Êrîşên komên çekdar ên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê li Stenbolê hatin protestokirin. Polîsan mudaxeleyî xwepêşandanê kir û gelek kes binçav kirin.
Êrîşên komên çekdar ên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Kurdan ên li Helebê li Meydana Şîşhaneyê ya Stenbolê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) hatin protestokirin.
Piştî daxuyaniya li Meydana Şîşhaneyê ya Stenbolê, girseya belavbûyî ji aliyê polîsan ve hate astengkirin û dorpêçkirin. Polîsan bi gaza çavsoj êrişî girseyê kir û gelek kes hildan binçavan.
Kesên ku hatine binçavkirin ev in:
Bedirhan Elmas, Çetîn Demîr, Ahmet Gucîn, Vedat Çekîk, Hasan Yavûz, Riza Yuksel, Yavûz Eren, Soner Îlbas, Mehmet Cevher, Sacît Ozdemîr, Abdûlhamît Akay, Farûk Karagol, Sedat Sonmez, Mervan, Dîlan, Ayşegul, Azad Dari, Îsa Dari, Rêber Şorlî, Heno Ronek, Kadîr Sokmen, Ekîn Çixlik, Adnan Ozcanin, Gokhan Çay.













