Piştî binpêkirinên ku ji hêla hêzên hikumeta veguhêz a Şamê ve li dijî gelê Siwêdayê hatin kirin, şer berdewam kir. Artêşa Îsraîlê jî êrişî cihên leşkerî yên li herêmê kir.
Duh çend saet piştî agirbestê, pevçûnên li Siwêdayê dîsa gur bûn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) şahidan got ku komên çekdar ên herêmî di hundirê bajêr de êrişeke dijber dane destpêkirin û xalên stratejîk ên li dora Nexweşxaneya Neteweyî, bazara navendî, Meydana Tişrîn û taxên din ên di nava bajêr de ji nû ve xistin bin kontrola xwe.
Li gorî çavkaniyan, aramiya ku piştî peymana agirbestê çêbû, zêde dewam nekir. Ji ber ku hêzên hikumeta veguhêz a Şamê gelek binpêkirin li dijî şêniyan kirin, wekî kuştin, hilweşandina xaniyan û talankirina dikanan. Lewma şer dîsa dest pê kir. Çavkaniyan diyar kir ku komên herêmî ku xwe ji şer dûr xistibû, piştî belavkirina dîmenên binpêkirinan ên li dijî sivîlan, dîsa tev li şer bûne.
Wêrankirin, dizîn û şewitandin…
Li gorî çavkaniyan dema ku hêzên hikumeta veguhêz ketin gundê Eldûr, dest bi binpêkirinan kirin, li wir xanî hatin wêrankirin, milk hatin dizîn û çend xanî hatin şewitandin. Her wiha li hin gundên din jî kiryarên wiha pêk hatin. Li gelek bajarokan sivîlên bêçek hatin kuştin.
Li gorî Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di nava komên êrişkar de kesên biyanî jî hebûn, tê gotin ku ew Uygur, Ozbek û ji neteweyên din in. Heta saetên dereng ên şeva Sêşemê, li taxên rojava yên Siwêdayê şer û êrişên bi mûşekan ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve, dewam kirin.