Li Stenbolê ji 16 kesên ji ber şermezarkirina prişên çeteyên HTŞ û SMOyê hatibûn binçavkirin, 4 ciwan hatin girtin.
4 ciwanên ku di 16ê Çileyê de hatibûn binçavkirin bi hinceta endamê rêxistinê ne hatin girtin.
Piştî êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser Heleb û Rojavayê gelek cihên cûda çalakî hatibû lidarxistin. Li Stenbolê jî gelek çalakî hatin lidarxistin. Di 16ê Çileyê de 2 jê zarok 16 kes hatibû binçavkirin. Piştî îfadeyan 16 kes sewkî Edliyeya Stenbolê hatin kirin.
Pişti îfadeya li dozgeriyê 11 kes hatin berdan. 5 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî Dageriya Nobedar hatin kirin. Dadgeriyê biryara girtina 4 ciwanên da. Piştî biryara girtinê her 4 ciwan birin girtîgehê.













