Li navçeya Bahçelîevlerê jina bi navê Yonca Kolge ji hêla zilamê bi navê Salîh B. ve hate kuştin
Li navçeya Bayçelîevler a Stenbolê jina bi navê Yonca Kolge di odeya otelê de bi awayake guman kuştî hate dîtin. Li gorî agahiyan Yonca K. ji aliyê zilamê bi navê Salîh B. ve hatiye kuştin.
Hat ragihandin ku bûyer duh bi şev li Taxa Şîrînevlera a navçeya Bahçelîevlerê pêk hatiye. Hat diyarkirin ku Salîh B. piştî Yonca Kolgeyê kuştiye reviyaye.
Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Hat zanîn ku di gelek sûcan de sabikaya Salîh B. heye û ji girtîgehê bi destûrê derketiye.












