Stenbolê – Platforma Saziyên Demokratîk biboneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li Stenbolê çalakiyên pîrozbahiyê yên cur bi cur li dar bixe.
Bi boneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îsal li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bernameyan pîrozbahiyê tên lidarxistin. Li Stenbolê jî bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk dê dê çalakiyên pîrozbahiyê werin lidarxistin.
‘Tava sehayê aştî ye, armanc serkeftin e’
Di 4ê Nîsanê li Tesîsa Karadolapê ya li Navçeya Eyupê de dê turnawaya futbolê were lidarxistin. Turnuvaya bi dirûşma “Tava sehayê aştî ye, armanc serkeftin e” û bi navê “Ber bi tavê vê turnawaya futbolê” dê di saet 17:00 û 19:00an de were lidarxistin.
Bernameya seyranê
Platform dê di 5ê Nîsanê jî bi dirûşmeya “Em di sifreya tavê de tên gel hev” li Perava Karnaya ya navçeya Kuçukçekmeceyê bi tevlibûna Azîme Işik, Veysî Aktaş û Sebahat Tuncelê bernameya seyranê were lidarxistin. Di bernameya seyranê de dê gelek hunermend jî derkevin li ser dike. Seyran dê di navbera saet 11:00 û 17:00an de pêk were.













