Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li navçeyên Kucukcekmekce û Başakşehîrê Newroz pîroz kir.
Newroza îsal bi dirûşma “Newroza azadî û yekîtiya demokratîk” tê pîrozkirin. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê jî li taxa Kanarya ya Kucukcekmece û Başakşehîrê şahiyên Newrozê li dar xist. Gel li qadê hem Newroz û hem jî Cejna Remezanê pîroz kir.
Her du navçeyan jî agirê Newrozê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate pêxistin û li dora agirê govend hate gerandin.
Pîrozbahiyên navçeyan bi govendan bi dawî bû.














