Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, DGD-KON, û Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat li Stenbolê ji bo komkujiya Helebceyê bernameyekê li dar xistin.
Di 16ê Adara 1988an de li Iraqê rejîma Baasê û dîktator Seddam Huseyîn komkujiya Helebceyê li Kurdan kir. Di ser komkujiyê 38 sal derbas bû. Gelê Kurd her dem ji bo komkujî neyê ji bîr kirin çalakî li dar dixe. Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, Konfederasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat (DGD-KON) Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat li avahiya avahiya DGD-KONê konê bernameyekê li dar xistin.
Di eywanê de pankarta “Em komkujiya Helebceyê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin” hate vekirin. Rêveberên saziyên civakî û gelek welatî tev li bernameyê bû.
Ji bo kurbaniyên Helebceyê stran hatin gotin, helbest hatin xwendin.













