Li başûrê paytexa Sûdan Xertûmê di êrişên hewayî de 10 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.
Odeya Rewşên Awarte ya başûrê Sûdanê ragihand ku stasyona tankeran a li başûrê Xertûmê 3 caran li pey hev hat bombebarankirin. Li gorî Odeya Rewşên Awarte, di endama bombebaranê de 10 sivîl hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn. Ji wan rewşa 5 birîndaran giran e. Hate diyarkirin ku piraniya birîndaran rakirin Nexweşxaneya Beşaîr a 4 km dûrî cihê bûyerê ye. Heya niha tu aliyekî ev êriş negirtiye ser xwe.