Li Ben û Sen a navçeya Sûrê cejna Newrozê bi coş hate pîrozkirin. Serhat Eren di pirozbahiyê de axivî û got: “Pêwîst e ku Rêzdar Ocalan azad bibe û vegere nava gelê xwe.”
Li Ben û Sen a navçeya Sûr ê ya Amedê cejna Newrozê bi coş hate pîroz kirin. Gelek welatiyên Amedê tev li pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Şehîd namirin” û “ Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Amedê Serhat Eren di pîrozbahiyê de axivî. Serhat Eren anî ziman ku tekoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê, têkoşîna aştiyê, bi destê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan geş dibe û wiha got: “Newroz berxwedan e. Newroz azadî ye. Newroz vejîn e. Newroz aştî ye. Newroz qebûlkirina jiyaneke nû ye. Em çareseriyê di şer û pevçûnê de naxwazin. Em siyaseta demokratîk wekî esas digirin. Ji bo siyaseta demokratîk jî, pêwîst e ku Rêzdar Ocalan azad bibe û vegere nava gelê xwe.
Eren diyar kir ku divê gelê Kurd yekîtiya xwe li her çar parçeyên Kurdistanê ava bikin û wiha domand: “Bila her kes baş bizanibe, di nav hevsengî û hevpeymanên Rojhilata Navîn de, gelê Kurd wê têk neçe, dijminê gelê Kurd wê têk biçe. Ji ber vê yekê, em dibêjin ‘Yekîtî, yekîtî, yekîtî!’‘
‘Me îro agirê demokrasiyê pêxist’
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî axaftina xwe de Newroz pîroz kir û wiha got: “Îro Newroz e, agirê aştiyê me pêxistiye, agirê demokrasiyê me pêxistiye. Newroz serhildan e, Newroz serbilindî ye, Newroz berxwedan e. Em dibêjin, em ê bingeha aştiyê pêk bînin. Em îro jî agirê demokrasiyê me pêxist.”
Gulşen Ozer di axaftina xwe de endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim bi bîr anî û wiha berdewam kir: “Bavê Welat û pêşengê Kurdan Salih Muslim jiyana xwe ji dest da. Em dibêjin serê gelê Kurd sax be. Gelê Kurd şîna xwe û şahiya xwe dikin. Em îro di şahiya Newrozê de ne, Salih Muslim di dilê me de ye. Em Newroza xwe li her cihî, li her taxê ji bo demokrasiyê pîroz dikin.”
Pîrozbahî piştî axaftinan bi dawî bû.













