• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Parlamenterên Îngilîstanê: Rêveberiya Xweser nas bikin

    Parlamenterên Îngilîstanê: Rêveberiya Xweser nas bikin

    Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo meşa Rojava kom bû

    Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo meşa Rojava kom bû

    Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

    Gelê Bakur ji bo Roja Piştevaniya Rojava meşan li dar dixe

    Ocalan: Şer ne çareserî ye, çareserî diyalog e

    Ocalan: Şer ne çareserî ye, çareserî diyalog e

    Bi dehan rêxistinên sivîl li Pirsûsê bang kirin: Deriyê sînor vekin

    Bi dehan rêxistinên sivîl li Pirsûsê bang kirin: Deriyê sînor vekin

    Li Cîhanê çalakiyên Rojava: Bijî berxwedana Kobanê TÊ NÛKIRIN

    Li Cîhanê çalakiyên Rojava: Bijî berxwedana Kobanê TÊ NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Li Sûriyê qeyran kûr dibe

Navenda Nûçeyan /AW

15 KANÛN 2025 - 15:56
Kategorî: CÎHAN, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Li Sûriyeyê ku Hikûmeta Demkî daxwazên gelan li ber çavan nagire hindî diçe kontrolê winda dike. Êriş û pevçûn li aliyekî qeyranê kûr dike û li aliyê din pêşiyê li mayîndebûna dewleta Tirk û Îsraîlê vedike.

Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku ev saleke li ser kar e lê ji ber ku nikare bibe îrade, dibe sedema kûrbûna qeyrana heyî. Her roj şer û pevçûnên li Sûriyê zêde dibin, bandora Tirkiye û Îsraîlê ya leşkerî û siyasî jî zêde dibe. Îsraîl ku beşek axa Sûriyê dagir kiriye, hindî diçe zêdetir kontrola leşkerî ya li ser başûrê rojavayê Sûriyê xurt dike. Îro serê sibê hêzên artêşa Îsrailê car din li parêzgeha Kuneytrayê derketin dewriyeyê. Li ser rêya Jebata el-Haşapê, li nêzikî gundê El-Beyda noqteyeke lêgerînê ava kirin û lêgerîna nasnameyan kir. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî leşkerên Îsraîlê di wesayîtan de lêgerîn kirine û li nasnameyên welatiyan nêrîne. Her wiha hate zanîn ku di heman demê de leşkerên Îsraîlê derbarê artêşa Îsraîlê de jî pirs ji welatiyan kirine.

DAÎŞê êrişa li Îdlibê girte ser xwe

Di şeva 14ê Kanûnê de li Îdlibê ku wargeha HTŞê ye li hemberî wesayîteke aydî hêzên Hikûmeta Demkî rastî êrişê hatibû û herî kêm 6 endamên artêşa Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê miribûn û beşek jî birîndar bibûn. DAÎŞê bi daxuyaniyek li ser Xê weşand de berpirsyariya vê êrîşê girte ser xwe. Di daxuyaniyê de polîtîkaya HTŞ û Hikûmeta Demkî ya li hemberî hebûna Îsraîl û Amerîkayê ya li Sûriyeyê haterexnekirin.

Li hemberî Tumena 80emîn êriş pêk hat

Îro di seatên nîvro de jî wekî zêdebûna kaosa li Sûriyeyê li derdora bajaroka Dara Azza ya bi ser Helebê ve êrişeke din pêk hat. Kesên bi motorsîklet êrişî endamên Tumena 80mîn ku piraniya wan ji endamên HTŞê pêk tê, hat. Di encama êrîşê de birîndar çê bûn. Derbarê beprisyarên vê êrişê de hêj agahiyên zelal nînin lê komên di nava artêşê de bi armancên hizbî, xanîmet û rişwetê bênavber şerê hev dikin.

Hêza pêbawer HSD ye

Piştî duh li Palmirayê li hemberî leşkerên Amerîka û Hikûmeta Demkî, nîqaşên ku Golanî nikare bibe îrde û kontrola li ser welat ava bike dest pêkirin. Bi vê boneyê kovara Forbes û rojnameya NewYork Timesê nûçeyên li ser mijarê weşandin û balkişandin ser hebûna HSDê. Di weşanan de hate diyarkirin ku divê mijara entegrekirina HSDê ya di nav hêzên tundrew de neyê ecelekirin. Rojnameya ku li Beyrûdê weşanê dike Al-Ahbar jî mijar girte rojeva xwe û destnîşan kir ku hêza herî pêbawer li Sûriyeyê HSD ye.

Bêîradebûna Golanî kaosê zêde dike

Li gorî pisporên ewlehiyê ji ber ku Hikûmeta Demkî û Golanî di bin bandora Tirkiyeyê de ne nikare bibe îrade û hêza çareserkirina pirsgirêkan. Pispor destnîşan dikin ku ev rew jî bi xwe re zemîna mûdahelekirina hêzên derveyî tîne û wekî mînak bandora Enqerê nîşan didin. Pispor dibêjin ku dagirkerî û israra Tirkiyeyê ya Sûriyek netew dewlet çareseriyê dixitimîne û ev yek jî derfet dide Îsraîlê ku beşek Sûriyeyê di bin kontrola xwe de bigire.

Etîket: GolanîHTS
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Sûriyê zextên mezhebî û etknîkî kaosê kûr dikin

Li Sûriyê zextên mezhebî û etknîkî kaosê kûr dikin

1 SIBAT 2026
Serkeftina peymanê girêdayî misogerkirina mafên Kurdan e

Serkeftina peymanê girêdayî misogerkirina mafên Kurdan e

1 SIBAT 2026
Îsraîl ji Quneytîra û Derayê dernakeve

Îsraîl ji Quneytîra û Derayê dernakeve

31 ÇILE 2026
SOHR: Li herêmên HTŞ kontrol dike 27 sivîl hatin qetilkirin

SOHR: Li herêmên HTŞ kontrol dike 27 sivîl hatin qetilkirin

31 ÇILE 2026
TEV-DEM: Peyman destpêka têkoşînek nû ye

TEV-DEM: Peyman destpêka têkoşînek nû ye

31 ÇILE 2026
Peymana HSD û Şamê bû rojeva çapemeniya cîhanê

Peymana HSD û Şamê bû rojeva çapemeniya cîhanê

31 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (28)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne