Fermandariya CENTCOMê ragihand ku hêzên wan di çend rojên piştî operasyona “Çavê Baz” a 19ê Kanûnê de, li Sûriyeyê nêzî 25 çeteyên DAIŞê kuştin û girtin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan bi hevkariya hêzên welatên hevkar di çend rojên piştî operasyona “Çavê Baz” a 19ê vê Kanûnê ya li Sûriyeyê de nêzî 25 çeteyên DAIŞê kuştin û girtin.
CENTCOMê diyar kir ku operasyonên hevbeş ên li herêma cuda yên Sûriyeyê di navbera 20 û 29ê Kanûnê de hatin kirin, di encamê de herî kêm 7 çeteyên DAIŞê hatin kuştin û yên din hatin girtin, her wiha 4 veşartgehên çekan ên girêdayî çeteyan hatin rûxandin.
Di 19ê Kanûnê de hêzên Amerîkayê û yên Urdunê operasyona “Çavê Baz” li dijî zêdetirî 70 cihên DAIŞê pêk anîbû. Di operasyonê de bi dehan balafirên şer, helîkopter û top hatin bikaranîn, bi wê re de binesazî û cihên çekan ên DAIŞê hatin rûxandin.
Fermandarê CENTCOMê general Bradd Cooper got ku Amerîka gavan paş de navêje. Cooper anî ziman ku Amerîka bi hevkarên xwe yên herêmî re pabend e ku gefên DAIŞˊê yên ku xeteriyê li ser ewlehiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û herêmê çêdikin têk bibe.
Cooper anî ziman ku çeteyên DAIŞê di 2025an de herî kêm beşdarî 11 planên êrişê li hundirê DYAˊyê bûne û kirine. Hêzên Amerîka û hêzên dewlet hevkar di 11 mehên dawîn de li Sûriyeyê gelek operasyon kirin, di encamê de zêdetirî 300 çete hatin girtin û zêdetirî 20 jî hatin kuştin.













