Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li taxa Gaziyê ya Sultanbeyliyê bi girseyî û coş Newroz pîroz kir.
Li Stenbolê her şev li navçeyeke cuda Newroz tê pîrozkirin. Îşev li taxa Gaziyê ya navçeya Sultanbeyliyê agirê Newrozê hate pêxistin. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, hevserokên DEM Partiyê yên Sultanbeylî, rêveberên saziyên civakî û partiyên siyasî û gelek welatî tevli pîrozbahiya Newrozê bûn. Gel bi meşaleyan ket qada Newrozê.
Li wir ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar axivî. Arîfe Çinar Newroza gel pîroz kir û got: “Newroza îsal gelek girîng e. Newroza îsal dê bibe sedema azadiyê, ji bona wê divê tevahî gelê me tevlî Newrozê bibe.”
Paşê gel bi dirûşmeya “Bijî Newroz” agirê Newrozê pêxist û li dora agirê Newrozê govend gerand. Di gerandina govendê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.














