Li navenda Til Rifatê erebeyeke bombebarkirî teqiya. Di teqînê de gelek endamên çeteyan birîndar bûn.
Li hundirê bajarê Til Rifatê ya kantona Efrîn û Şehbayê ku komên çedar ên girêdayî Tirkiyeyê ew dagir kiriye, erebeyeke bombebarkirî teqiya. Li gorî agahiyên heyî, di encama teqîna erebeyê de gelek endamên çeteyan birîndar bûn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), navên hin çeteyên birîndar hatin naskirin wiha ne: Elî Xetîb, Ehmed Bedran û Omer El Şîşanî.