Piştî HSDê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava seferberî ragihand, li bajarê Til Temirê 24 jinên din tev li seferberiya giştî bûn.
HSDê li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihandibû. Piştî seferberiyê, li bajarê Til Temirê 24 jinên din tev li dewreyeke perwerdeyê ya bikaranîna çekan bûn. 24 jin bi armanca ku li dijî êrişan piştevaniya HSDê bikin, fêrî vekirin, siwarkirin û bikaranîna çekan dibin. Dewreya perwerdeyê ya fêrkirina bikaranîna çekan ji aliyê PYDê ve hatiye birêxistin û endamên HPCê çavdêriya wê dikin.