Li nehiya Tilizêrê, qurbaniyên komkujiya teqîna 14ê Tebaxê bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi merasîmekê hatin bîranîn. Di merasîmê de hate gotin ku piştî fermana derbasbûyî, Êzidî bi rêxistinbûna xwe karîne dest bi jiyaneke nû bikin, xwe biparêzin û bi rêve bibin.
Li Tilizêr, gundê Ezêr û Sîba Şêx Xidir ên Şengalê 18 sal berê komkujî pêk hat û zêdetirî hezar kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya salvegera komkujiya 14ê Tebaxê merasîmek li dar xist. Beriya merasîmê, welatiyên Êzidî ji hemû gund û navçeyên Şengalê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê, li ber avahiya Meclisa Gel a Tilizêr kom bûn û heta cihê teqînê meşiyan.
Piştî meşê ji bo bîranîna ruhê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Paşê, li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Hevserokê Meclisê Nayîf Şemo, axivî û got: “Desthilatdariya wê demê bû sedem ku em di vê rewşê re derbas bibin. Divê em rastiyê bibêjin, nexwe wê zarokên me ji me re bibêjin we îxanet li me kir. Wê demê ev dever di bin destê PDKê de bû. Ji ber xemsariya wan, ev cih ji bo mirovahiyê bû xaleke reş di dîrokê de. Bila tu kes wisa fam neke ku em PDKê reş dikin, lê ev rastiya wan e.”
Şemo destnîşan kir ku ku ji ber baweriya wan ya qedîm ferman li ser wan hatine kirin û wiha domand: “Em baweriya herî kevn ya li ser rûyê erdê ne. Dijmin dixwaze me ji kokê rake. Em çawa Êzidî hatine ser dinê, emê heta dawiyê li ser bîr û baweriya xwe bin. Çiqas hewldan hatin kirin, kesî nikarîbû me û Şengalê ji hev qut bike.” Şemo da xuyakirin ku berî her tiştî divê ew xwe nas bikin û bi navê Êzidîtiyê xwedî li doza xwe derkevin.
Li ser navê malbatên şehîdan Îmad Navxweş jî got ku heta niha mafê şehîdan nehatiye dayîn û aqûbeta gelek kesan ne diyare, daxwaz kir ku taybetî gora bi kom a li ber Quba Şêxmend ku bi dehan cenazeyên bê nav lê ne, were rakirin û ji wan re testa DNAyê were çêkirin da ku malbatên wan karibin daxwaza mafên xwe bikin.
Endamê Malbenda Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Şengalê, di axaftina xwe de got ku bi tovê berxwedaniya ku li Şengalê hatiye çandin, êdî ew dikarin daxwazên xwe ji xwe bikin, ne ji kesekî din an jî hikûmetên din û got: “Bi saya keç û xortên me ku niha parastina Şengalê dikin, em dikarin bi azadî li ser axa xwe bin.”
Endamê Meclisa Parêzgeha Mûsilê Îdan Şêx Kalo jî axivî û got: “Di wê pêvajoyê de gefên mezin li ser me hebûn, ji aliyê siyasî zêdetir ji ber baweriya me bû, lê çi bibe bila bibe, em ê dest ji bîr û baweriya xwe bernedin.”
Merasîm bi gotina helbestên li ser şehîdan bi dawî bû.
Paşê, gel berê xwe da gundên Ezêr û Sîba Şêx Xidir û li cihê teqînan şehîd bibîr anîn.