Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wanê çalakiya darçandinê li dar xist. Dayikên Aştiyê bi stranan dar çandin û 4ê Nîsanê pîroz kirin.
Li Wanê, bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk, bi boneya 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Armûşê çalakiya darçandinê pêk hat. Çalakî li Parka Fahrettîn Înan bi tevlîbûnek girseyî birêve çû. Di çalakiyê de Dayikên Aştiyê, Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, nûnerên TUHAY-DERê û gelek nûnerên saziyên civakî amade bûn.
Dayîkan bi diruşmeyan dar çandin
Çandina daran bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê û bi diruşmeya “Ey Serok rojbûna te pîroz be” dest pê kir. Dayikan dema dar diçandin, ji bo Abdullah Ocalan stranên berxwedanê û kilamên Kurdî gotin. Coşa dayikan rengê xwe da tevahiya parqê.
Bi govendê bi dawî bû
Piştî çandina daran, beşdaran bi hev re govend gerandin. Çalakî di nava atmosfereke pîrozbahiyê de, bi stran û diruşmeyan bi dawî bû.





















