Hevseroka SESa Wanê Fîgen Çolakoglû bal kişand ser êrîşên li ser Bendava Tişrînê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku armancgirtina welatiyan û xebatkarên tendirûstiyê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, li dijî êrîşên li ser sivîl û xebatkarên tendirûstiyê yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ku ji hêla Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê ve tên kirin, li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyanî dan. Komê di daxuyaniyê de pankarta “Êrîşên li dijî sivîl, xebatkarên tendirûstiyê û ambûlansan sucên mirovahiyê ne” vekir û dirûşmên “Şer bidin sekinandin, sivîlan biparêzin” û “Bijî berxwedana gelê kurd” berzkirin. Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê û nûnerên gelek saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.
‘Êrîş binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye’
Ewilî li ser navê platformê Hevseroka Sendîkeya Kedkarên Tendirûstiyê (SES) ya Wanê Fîgen Çolakoglû bal kişand ser êrîşên li Bendava Tişrînê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku armancgirtina welatiyan û xebatkarên tendirûstiyê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Fîgen Çolakoglû, anî ziman ku di hefteya çûyîn de girseya welatiyên ku di nava wan de ambûlans û xebatkarên tendirûstiyê jî hebûn, ji aliyê Wesayîtên Hewayî yên Bêmirov û Biçek (SÎHA) yên Tirkiyeyê ve hatine armancgirtin û got: “Di encama vê êrîşê de 3 xebatkarên tendirûstiyê jiyana xwe ji dest dane, 3 xebatkarên tendirûstiyê birîndar bûne, 5 ambûlans hatine rûxandin û ji van ambûlansan 2 heb êdî nayên bikaranîn. Ji 8ê çileyê ve di encama van êrîşan de 27 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û bi sedan sivîl jî birîndar bûne.”
‘Divê ev êrîş weke sucên şer bên dîtin’
Fîgen Çolakoglû, saziyên civakî û partiyên siyasî ku ji bo êrîşên li ser Gazzeyê dengê xwe bilind dikin û li dijî êrîşên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bêdeng dimînin, şermezar kir. Fîgen Çolakoglû, xwegihandina mafên tendirûstiyê û jiyana mirovan mafekî gerdûnî ye û ev tişt anî ziman: “Li pişt vê helwesta nakok de feraseta ku demokrasî û mafên mirovan qebûl nake, heye. Divê Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan li dijî van êrîşan bêdeng nemînin û êrîşên li dijî xebatkarên tendirûstiyê weke sucên şer bibînin. Em bang li civaka navneteweyî û parazvanên mafên mirovan dikin ku li dijî van êrîşan bêdeng nemînin. Em weke Platfoma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bang dikin ku bila ev êrîş bên rawestandin û berpirsên van êrîşan hesab bidin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.