Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê têkildarî pêvajoyê civîna gel li dar xist û geşedanên dawî nîqaş kirin.
Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê têkildarî geşedanên dawî yên li herêmê û pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li eywaneke dawetê ya li navçeya Rêya Armûşê civîna gel li dar xist. Di eywana ku civîn lê hat lidarxistin de pankarta “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” hat daliqandin. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan welatî tev li civînê bûn.
Di civînê bal kişandin ser pêvajoyê û geşedanên dawî bi beşdaran re hatin nîqaşkirin. Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr bal kişand ser Komploya Navdewletî ya 15ê Sibatê ku li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye meriyetê û destnîşan kir ku komplo hatiye têk birin.
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.














