Ji ber barîna berfa zêde li 10 navçeyên Wanê rêyên 569 gundan hatin girtin.
Li Wanê ji ber berfa zêde a ku di saetên şevê de dest pê kiribû, rêyên gelek gundan hatin girtin. Li Mîksê 70, Elbakê 12, Ebexê 48, Şaxê 100, Artemêtan 11, Payîzava 126, Bêgiriyê 24, Mehmûdîyê 3, Tûşbayê 33 û Rêya Armûşê 20 bi giştî rêyên 569 gundan hatine girtin. Tîmên şaredariyan ên Gerînendetiya Karûbarên Teknîkî ji bo vekirina rêya gundan bê navber dixebitin.
Tîmên Şaredariya Tûşbayê alîkariya nexweşekî kir
Berfa zêde bi taybetî li gundan li ser veguhastinê bi awayekî neyînî bandor kir. Li ser rewşeke lezgîn a tenduristiyê ya ku li Herêma TOKIyê ya girêdayî navçeya Tûşbayê, tîmên şaredariyê bi alîkariya kepçeyê nexweş ji mala wê derxistin û bi awayekî ewle ew gihandin xala ku ambulans lê bû.
Li gorî Gerînendetiya Hewanasiyê dê heta sibê barîna berfê bidome.













