• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ciwanên Geverê 4ê Nîsanê pîroz kir

    Ciwanên Geverê 4ê Nîsanê pîroz kir

    Li navçeya Sokeyê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin

    Li navçeya Sokeyê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin

    Li Silêmaniyê dronek kete xwarê

    Li Silêmaniyê dronek kete xwarê

    Li Bayrakliyê pîrozbahiya 4ê Nîsanê: Tu bûyî ronahiya hemû cîhanê!

    Li Bayrakliyê pîrozbahiya 4ê Nîsanê: Tu bûyî ronahiya hemû cîhanê!

    Li gelek navçeyên Stenbolê rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin

    Li gelek navçeyên Stenbolê rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin

    Êrişî baregehên partiyên Rojhilat hatin kirin

    Êrişî baregehên partiyên Rojhilat hatin kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ciwanên Geverê 4ê Nîsanê pîroz kir

    Ciwanên Geverê 4ê Nîsanê pîroz kir

    Li navçeya Sokeyê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin

    Li navçeya Sokeyê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin

    Li Silêmaniyê dronek kete xwarê

    Li Silêmaniyê dronek kete xwarê

    Li Bayrakliyê pîrozbahiya 4ê Nîsanê: Tu bûyî ronahiya hemû cîhanê!

    Li Bayrakliyê pîrozbahiya 4ê Nîsanê: Tu bûyî ronahiya hemû cîhanê!

    Li gelek navçeyên Stenbolê rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin

    Li gelek navçeyên Stenbolê rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin

    Êrişî baregehên partiyên Rojhilat hatin kirin

    Êrişî baregehên partiyên Rojhilat hatin kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Wanê panela ekolojiyê hat lidarxistin

Wan / AW

4 NÎSAN 2026 - 20:18
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Komeleya Ekolojiyê ya Wanê li navçeya Westanê çalakiyek li dar xist. Di bernameyê de ji bo zarokan fîlmekî anîmasyon hat pêşandan û piştre jî panela “Jin û Ekolojî” li dar xist.

Komeleya Ekolojiyê ya Wanê, di çarçoveya xebatên xwe yên perwerdehî û hişmendiyê de, li navçeya Westanê çalakiyek li dar xist. Di çalakiya ku li salona Tamarayê pêk hat de pêşî ji bo zarokan fîlmekî anîmasyon pêşanda û piştre li ser têkiliya jin û xwezayê panelek li dar xist.

Ji bo zarokan sînemaya ekolojîk

Çalakî bi pêşandana fîlmekî anîmasyon ê li ser parastina xwezayê dest pê kir. Zarokên ku beşdarî bernameyê bûn, bi rêya sînemayê li ser girîngiya daristan û jiyana zindiyan hatin agahdarkirin. Armanca nîşandana fîlm hat diyarkirin ku avakirina hişmendiya ekolojîk di temenê piçûk de ye.

Panela ‘Jin û Ekolojî’

Piştî pêşandana fîlm, bi beşdariya çalakvanên ekolojiyê û nûnerên saziyan panelek bi sernavê ‘Jin û Ekolojî’ hat lidarxistin. Di panelê de bal kişandin ser keda jinê ya di parastina jîngehê de û hat destnîşankirin ku têkoşîna azadiya jinê û parastina ekolojiyê ji hev nayên qutkirin.

Ekolojîst Melîs Tantan û Hevseroka ÎHD a Wanê Ayten Kiran di panelê de axivîn û banga parastina xwezayê kirin.

Dûre endama ÎHDê Leyla Çakir axivî û bal kişand ser krîza ekolojîk a 20 salên dawî û got: “Pirsgirêkên ekolojîk herî zêde bandorê li ser jinê dikin. Jin û xweza wekî hevdu ne, jin wekî avê ye, wekî erdê ye. Dema ku mirov li xwezayê dinêre, ruhê jinê lê dibîne. Lê mixabin 20 sal in li ser xwezaya Kurdistanê talankirineke mezin heye. Bi çekan, bi şewitandina daristanan û bi koçberkirina mirovan re xwestin ku xweza bêxwedî bimîne.”

‘Heskîf mînaka qutkirina çandê ye’

Leyla Çakir destnîşan kir ku dewlet bi navê “projeyên zanistî” û bendavan dikeve herêmên hatine valakirin û wiha pê de çû: “Armanc li vir ne tenê çêkirina bendavan e. Mînaqa herî berbiçav Heskîf e. Bi van projeyan dixwazin çanda miletê me, huner û baweriya me qut bikin. Li Kurdistanê şerekî qirêj tê meşandin û dixwazin tu tişt li pey xwe nehêlin.”

Panel piştî pirs û bersivan bi dawî bû.

 

Etîket: ekolojîfilmkinWanzarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê bi stranan şitlên ji bo 4ê Nîsanê hatin çandin

Li Wanê bi stranan şitlên ji bo 4ê Nîsanê hatin çandin

4 NÎSAN 2026
Wan bi pileya 5.2yan hejiya

Wan bi pileya 5.2yan hejiya

4 NÎSAN 2026
Li Nisêbînê 2 zarok birîndar bûn

Li Nisêbînê 2 zarok birîndar bûn

3 NÎSAN 2026
Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

31 ADAR 2026
Jinan li Tuşbayê tovê zebzeyan reşand axê

Jinan li Tuşbayê tovê zebzeyan reşand axê

30 ADAR 2026
MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

28 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ver bi Amara rayîrşîyayîşo girseyî dest pêkerd

    Meşa Amarayê bi beşdariya hezaran dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi deh hezaran dimeşin Amarayê ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kolanên Wanê di bin qirêjiyê de ne: Şaredarî karê xwe baş nakin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan Festîvala Amarayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên Rojbûna Rêberê Gelê Kurd bi stran, dirûşm û govendan bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan pîrozbahiya rojbûna Abdullah Ocalan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bayrakliyê pîrozbahiya 4ê Nîsanê: Tu bûyî ronahiya hemû cîhanê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê 4ê Nîsanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Xaniyê Rêberê Gelê Kurd pîrozbahiya rojbûnê tê li darxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (188)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne