Wan – Polîsên ku êrişî daxuyaniya hate xwestin ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin bê dayîn kirin, 10 rojnamevan û gelek siyasetmedar binçavkirin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) xwestin li Wanê têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yên dewleta tirk hatin qetilkirin, daxuyaniyê bidin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî piştgirî da çalakiyê. Beriya daxuyaniyê, polîsan Kolana Hunerê dorpêç kirin û êrişî koma rojnameger û siyasetmedar di nav de bûn. Di encama êrişê de nûçegihanên Ajansa me ya Welat (AW) Bazîd Evren û Firat Tunç, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (Ma) Rûken Polat, Ozlem Yacan, Mazlum Engîndenîz û Sema Yuce Polat, nûçegihana JINNEWSê Memîhan Zeydan, Nîmet Olmez û rojnameger Zelal Tunç û Oktay Candemîr hatin binçavkirin. Di heman demê êrişê de gelek siyasetmedar jî hatin binçavkirin.