Wan – Amadekariyên Newroza 2026an li bajarê Wanê bi coş û kelecaneke mezin berdewam dike. Endamên Komîtaya Amadekar a Newroza Wanê diyar kirin ku ew bi ruhê seferberiyê amadekariyan dikin û daxwaza sereke ya îsal azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekîtiya gelê Kurd e.
Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê mizgîniya biharê, sembola vejîn û berxwedanê ye. Wateya herî mezin a îsal, xwedîderketina li peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî ye. Di vê çarçoveyê de, Komîteya Amedekar a Newroza Wanê bi şev û roj amadekariyên xwe dimeşîne da ku agirê azadiyê îsal ji her demê geştir bibe. Hevberdevkên Komîteya Amadekar a Newroza Wanê destnîşan kirin ku ew bi hemû hêza xwe amade ne ku vî ruhî li qadan temsîl bikin.
Agirê Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqên serdemê
Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Yakûp Almaç bal kişand ser wateya dîrokî ya vê rojê û diyar kir ku Newroz ji bo gelê Kurd sembola serhildanê ye û got: “Newroza îsal bi peyama birêz Abdullah Ocalan re wateyeke girîngtir hildigire. Em ji bo avakirina civakeke demokratîk û azadiyeke mayînde ji bo Newroza Wanê amadekariyên xwe dikin.”

Amadekariyên komîteyê bi rêk û pêk dimeşin
Yakûp Almaç da zanîn ku komîteya Newerozê ji şaxên wekî teknîkî, çapemenî û xemilandina qadan pêk tê û xebatên wan ji aliyê 7 hevalan ve bi koordîneyî têne meşandin û wiha behsa xebatên komîteyê kir: “Di çarçoveya amadekariyan de belavok, afîş, bîlbord û pankart hatine amadekirin û xebatên bangawaziyê bi rêk û pêk dimeşin. Li navenda bajarê Wanê 7 standên belavkirina belavokan hatine avakirin. Partiyên siyasî bi hev re li rawestgeh, wesayît û qadên ku gel lê kom dibe, bi ruhê seferberiyê xebatan dimeşînin.”
‘Bi kincên neteweyî werin qadê’
Yakûp Almaç bang li hemû jin, ciwan û gelê herêmê kir û got: “Ev Newroz, xwedîderketina li peyama birêz Abdullah Ocalan e. Em dixwazin her kes bi kincên xwe yên neteweyî, bi ruhê aştî û wekheviyê biherikin qada Newrozê. Em bi coşeke ji her demê xurttir amade ne ku roja yekşemê li ber Keleha Wanê bin.”
‘Qad bi qad, tax bi tax agir tê geşkirin’
Hevberdevka Komîteya Amadekar a Newrozê Herdem Acar jî da zanîn ku nêzî 15 rojan e xebatên wan li hemû qadan berdewam dikin. Herdem Acar bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha pê de çû: “Li ser banga Birêz Ocalan, em ê vê Newrozê bikin Newroza azadî û aştiyê. Li navçeyên wekî Erdîşê pîrozbahiyên mezin dest pê kirine û em ê vê coşê di 22yê Adarê de li ber Keleha Wanê bigihînin lûtkeyê.”

15 roj in seferberiya Newrozê heye
Herdem Acarê diyar kir ku nêzî 15 rojan e xebatên wan li her qadê berdewam dikin. Herdem Acar agahiyên dawî yên derbarê pîrozbahiyan de parve kirin û got: “Li her taxê xebatên bangawaziyê tên meşandin û agirê Newrozê qad bi qad tê geşkirin. Di 17ê Adarê de li navçeya Erdîşê pîrozbahiyeke girseyî hat lidarxistin. Amadekariyên ji bo pîrozbahiya mezin a ku dê roja Yekşemê, 22yê Adarê, li ber Keleha Wanê were lidarxistin, ber bi dawiyê ve diçin.”
Banga beşdariya ji bo Newrozê
Herdem Acar di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wateya Newroza îsal ji bo wan pir cuda û girîng e û wiha got: “Em bang li tevahiya gel dikin ku roja yekşemê li ber Keleha Wanê li dora agirê Newrozê bicivin û daxwazên xwe yên azadî û aşitiyê bi hev re biqîrin.”
‘Kelecana azadiyê di nav gelde heye’
Endamê Komîteya Amadekar Emîn Kûtaş jî diyar kir ku ev Newroz ji hemû salên borî cudatir e, kelecaneke mezin di nav gel de heye û wiha got: “Em amadekariyên xwe yên teknîkî û rêxistinî bi dawî dikin da ku em daxwaza azadiyê bi dengekî bilind biqîrin.”













