Li Eskîcî Kafeyê Şeva Çîrokan hat lidarxistin û Çîrokbêj Sitiyê çîroka Meryem a Ermenî û Eliyê Kolaxasî ji bo guhdaran vegot.
Çîrokbêj Sitiyê li Eskîcî Kafeyê ya Wanê bi şiyara “Ji Bo Mezinan Çîrokên Rengîn” Şeva Çîrokan li dar xist. Şeva Çîrokan rastiyê eleqeyeke mezin hat û hindirê kafeyê tijî bû. Di hindirê kafeyê de find hatin pêxistin û civatek otantîk hat amadekirin. Guhdaran bi baldarî çîrok guhdar kirin û demeke xweş derbas kirin.
Çîrokbêj Sitiyê bi gotina “rojek ji rojan” dest bi çîroka xwe kir û behsa evîna Meryem a Ermenî û Eliyê Kolaxasî kir. Çîrok bi qasî nîv saetan dom kir û piştî çîrokê guhdaran bi coş bi çepikan xistin.














