• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li wî alî Kobanê û li vî alî alîkarî di dorpêçê de ne!

Mahmût Altintaş / AW

31 ÇILE 2026 - 13:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha – Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê li dijî dorpêç û êrişên li ser Kobanê 25 TIRên alîkariyê ber bi Kobanê ve rê kir. TIRên alîkariyê duh li sînorê Pirsûsê û Rihayê hatin sekinandin û alîkariya di TIRan de hatiye dorpêçkirin. Hevberdevkê Platformê Mahsûm Çiya Korkmaz bang li raya giştî kir ku ji bo vebûna deriyê sînor dengê xwe bilind bike.

Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê ji bo Kobanê alîkariya mirovî berhev kir û alîkariyê bi 25 TIR ango barhilgiran duh ber bi Kobanê ve rê kir. Di nav alîkariya hatiye berhevkirin de kelûpelên pêdiviyên mirovî hene, şîr û tiştên xwarin jî têde heye. Ev 25 TIRên ku duh ji Amedê derketin rê li ser sînorê rêya Riha û Pirsûsê ji aliyê leşker û polîsan ve hate sekinandin. Parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên Platformê, Hevşeredarê Amedê Dogan Hatun û gelek kes jî li li cihê ku TIR lê hatine dorpêçkirin sekinîne û li bendê ne ku deriyê sînor vebibe. Kêliya ku me dîmenên TIRên alîkariyê digirt, leşkeran girtina dîmenan qedexe kir.

Hevberdevkê Platformê Mahsûm Çiya Korkmaz ji ajansa me re axivî û diyar kir ku vê sibehê derdora TIRan jî ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin.

Derdora TIRan hatiye dorpêçkirin

Mahsun Çiya Korkmaz anî ziman ku di nav 2 rojan de wan 25 TIR alîkarî amade kiriye û pêdiviyên bingehîn, weke şîrê zarokan, ava vexwarinê, xwarin û bezên zarokan hene. Mahsun Çiya Korkmaz bi lêv kir ku TIR tenê nehatine sekinandin her wiha hatine dorpêçkirin û got: “Cendermeyan got ji me re ferman hatiye ku ev TIR, bi tu awayî dê nekevin hundirê Pirsûsê. Li vir em asteng kirin û berê me dan ser rêya Kilîsê. Ji me re gotin bila li ser Kîlîse biçe Kobanê. Lê me ev yek qebûl nekir. Me got heke hûn bixwazin alîkarî bikin çima rasterast li ser Pirsûsê naşînin Kobanê û li ser herêmên din dişinin. Vê sibe jî tîmeke cendermeyan derdora TIRan bi bariyeran dorpêç kir.”

‘Ji bo vebûna deriyê sînor dengê xwe bilind bikin’

Mahsûn Çiya Korkmaz diyar kir ku ew li bendê ne deriyê sînor vebibe ev TIR biçin Kobanê û wiha got: “Em bang li rêyedarên dewletê jî dikin; di hûndirê TIRan de pêdiviyên bingehîn ên mirovî hene. Ji bo ev alîkarî bigihîje Kobanê deriyê sînor vekin. Li dijî astengkirina alîkariyê ji aliyê gel ve jî bertek hene. Heke astengî çênebûna niha ev alîkar li Kobanê bû. Li ser dîplomasiyê ji bo vebûna sînor danûstandin berdewam dike. Em jî li vir li benda vebûna deriyê sînor in. Em bang li raya giştî jî dikin; ev ne tenê meseleya Kurdan e. Ev meseleya mirovî ye. Mirov nikarin xwe bigihînin avê. Ji bo wê jî hewceye hemû kesên ji xwe re dibêjin em mafên mirovan diparêzin û raya giştî ji bo vebûna deriyê sînor dengê xwe bilind bikin.”

Etîket: KobanêPirsûsPlatforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê AmedêTIRên alîkariyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

30 ADAR 2026
PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

21 ADAR 2026
Li Girkê Legê, Dêrikê, Kobanê û Amûdê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin

Li Girkê Legê, Dêrikê, Kobanê û Amûdê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin

21 ADAR 2026
Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin

Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin

16 ADAR 2026

Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

14 ADAR 2026
Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

13 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Geylanî: PJAK hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne