Hezar kes ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Xelfetiyê derbasî gundê Amara bûn. Bi gihiştina girseyê xaniyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê dayikbûyê pîrozbahiya rojbûnê destpêkir.
Rojbûna 77emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê bi hezaran kesan ve li mala Abdullah Ocalan lê ji dayikbûyê ya gundê Amara ya navçeya Xelfetî ya Rihayê tê pîrozkirin. Hezar kesên li navçeya Xelfetiyê bi meş bi rêketin, gehiştin gundê Amarayê û bi gihiştina girseyê re pîrozbahî jî destpêkir. Xaniyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê dayikbûyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Her wiha girseyê pankarta li ser, “Bi Rêbertiya azad ber bi yekitiya neteweyî ya Demokratîk ve” dinivsî hilgirtin û wêneyên Mahsûn Karaoglan û Mustafa Dag ku di 4ê Nîsana 2009an de di pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di encama êrişa cendermeyan de hatibûn qetilkirin, rakirin.
Welatiyên bi cil û bergên Kurdî û xemla kesk, sor û zer bi berzkirina dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Rojbûna tê pîroz be ey Serok Apo” derbasî xaniyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn, bi ketina hundirê xanî dolsoziya xwe ya ji bo Abdullah Ocalan nişan dan. Girsê li vir demekê dirêj govend gerandin û dirûşm berz kir. Ji 7 salî heta 70 salî welatî bi coşeke mezin rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin.
Pîrozbahî bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Di rêzgirtinê de girsê bi yek dengî sirûda Çerxa Şoreşê xwend. Piştî rêzgirtinê bernameya pîrozbahiyê dest pê kir. Pîrozbahî bi sînevîzyona qala zayîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna vêjîna gelê Kurd û hemû gelên bindest dike, hat temaşekirin. Her wiha di sînevîzyonê de axaftin û gotînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî cih girtin.
Piştî sînevîzyonê pîrozbahî dê bi axaftin û koma govendê bidome.













