Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li ber Kantîna Fakulteya Perwerdehiyê civiyan û Newroz pîroz kirin.
Xwendekarên Zaningeha Dîcleyê ya Amedê li ber Kantîna Fakulteya Perwerdehiyê civiyan û agirê Newrozê pêxistin. Xwendekaran ji bo Salih Muslim ê ku jiyana xwe ji dest dabû deqiqeyek rêz girtin. Piştre bi stranan dora agir govenda gerandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Newroz pîroz be”, “Jin Jiyan Azadî û “Ciwan fedaiyê Rêber Apo ne” berz kirin. Dema pîrozbahiyê de polîsan hewl dan ku çalakiyê asteng bikin, lê xwendekaran bi tililî û çepikan bersiv dan û pîrozbahiya Newrozê domandin.
Di dawiya pîrozbahiyê de xwendekaran bi dirûşmeyan li zanîngehê meşiyan û piştre dawî li çalakiya xwe anîn.














