Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, endamên “Ewlehiya Giştî” yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê di 5ê Tebaxê de li Helebê 2 ciwanên Efrînî revandin.
Çavkaniyan diyar kir ku ciwanên hatine revandin Basil Salih Kedro ê ji gundê Omer Simo yê bajarê Şera û Elî Cinêdan Ehmed Mihemed ê ji bajarê Efrînê ne. Xizmên her du ciwanan diyar kir ku ciwan dema di erebeya xwe de bûn, hatin revandin û sewqî beşa ewlehiyê ya Ezîziyê ya bajarê Helebê hatine kirin. Sedemên revandina her du ciwanan û aqûbeta wan nehatin zanîn.