Yek ji perwerdekarên Ma Musicê Ferhat Ertaş ku bi boneya salvegera 9emîn a damezrandina Ma Musicê wiha got: “Ma Muzîk ne tenê kursa muzîkê ye; ew akademiyek, konservatuvarek û navendeke ramanê ye.”
Akademiya Ma Musicê ku piştî girtina Konservatuara Aram Tîgran di 3yê Adara 2017an de li Amedê bi dirûşma “Ji bo her kesî muzîk, li her derê muzîk” starta xebatên xwe da, bi projeyên nû yên derbarê muzîkê de xebatên xwe didomîne. Akademiya ku bi Orkestraya Ahengên Xwezayî ya Ma’yê, Orkestraya Zarokan a Ma’yê, Orkestraya Jinan a Ma’yê û Orkestraya Ma’yê ji bo muzîka kevneşop a Kurdî mora xwe li bin xebatên serkeftî xist. Ma Music a ku bi dirûşma “Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin” hate avakirin li Amedê şaxên xwe yên Zarok Ma û Çand Ma li Stenbolê jî Egîdê Cimo Ma vekirin. Ma Musicê ku pirtûkên weke “Repertuara Stranbêjiyê” , “Hînkera Zerb û Rîtmên Kurdî” , “Metoda Kemanê” û “Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan” ku ji bo keman û piyanoyê metodên Kurdî tê de hene çap kirin û bi Gerok Mayê jî xwe gihand bi sed hezar zarokan. Ma Music 8 sal li pey xwe hişt dê îro bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 9emîn saet di 20:00an de li Çand Amedê bernameya pîrozbahiyê li dar bixe.
Yek ji perwerdekarên Ma Musicê Ferhat Ertaş ku zêdetirî deh sal in di nav xebatên çand û hunerê de cih digire têkildarî xebat û salvegera damezrandina Ma Musicê ji ajansa me re axivî.

‘Xebatên bingehîn arşîvkirin û tomarkirin e’
Ferhat Ertaş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bingeha xebatên Ma Muzîkê û diyar kir ku ew hewl didin karê xwe bi awayekî akademîk bimeşînin û got: “Ji deşîfrasyonê bigire heta notasyon, qeydkirin û berhevkirina berheman; em xebateke bingehîn a qeydkirin û arşîvkirinê dimeşînin. Di parastina mîrateya çandî de, bikaranîna metodên rast û zanistî ji bo me xwedî girîngiyeke jiyanî ye.”
‘Divê li dijî qirkirina çandî qada perwerdehiya zarokan vala neyê hiştin’
Ferhat Ertaş destnîşan kir ku divê li dijî qirkirina çandî û bişaftinê, qada perwerdehiya zarokan vala neyê hiştin û wiha domand: “Armanca me ya sereke ew bû ku em xwe bigihînin zarokên vî welatî yên ku di bin xetereya qirkirina çandî de ne. Ji bo vê jî pêwîstiya me bi metodên cîhanî hebû. Me ev metod wergerandin Kurdî, entegreyî sîstema xwe kirin û mufredatek afirand. Zarok Ma bi lîstik, rîtm û nasîna dengbêjan, perwerdehiya zarokên 0-5 salî bi awayekî komî û bi stranên Kurdî dimeşîne.”
Bi rêya Gerok Mayê xwe gihandin gelek welatan
Ferhat Ertaş qala projeya “Gerok Ma” kir û anî ziman ku ew bi vê projeyê sînoran derbas dikin û wiha bi lêv kir: “Bi riya Gerok Mayê me xwe gihand gelek deveran. Ji Amedê heta Stenbol û Mêrdînê, ji Mexmûrê heta Silêmaniyê û ji derveyî welat heta Almanya, Fransa û Japonyayê. Li ku derê zarokên Kurdan hebin, me hewl da em biçin wir; ji ber ku em dibînin qirkirina çandî li her derê berdewam dike.”
‘Ma Muzîk pireke di navbera paşeroj û siberojê de ye’
Ferhat Ertaş di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Ma Muzîk xwe wekî pireke di navbera paşeroj û siberojê de pênase dike, ev têkoşîna wan encama kedeke komî ye û wiha got: “Ev sazî di destpêkê de bi piştgiriya saziyên navneteweyî, lê bi giranî bi piştevaniya xelkê, mamoste û kedkarên bajêr hatiye avakirin. Pêwîst e em ji bo siberojê kadroyên nû û têgihiştî perwerde bikin da ku bikaribin vê qadê tije bikin û temsîliyeta çanda Kurdî bikin. Ma Muzîk ne tenê kursa muzîkê ye; ew akademiyek, konservatuvarek û navendeke ramanê ye.”













