Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku leşkerekî Fransayê di encama êrişekê de hatiye kuştin.
Ajansa Fransa 24ê ragihand ku li Herêma Federe ya Kurdistanê de leşkereke Fransayê di encama êrişa bi dronê hatiye kirin de jyana xwe ji dest daye û çend leşker jî birîndar bûne.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî piştrast kir ku li Herema Kurdistanê leşkerekî Fransayê hatiye kuştin û hin ji wan jî birîndar bûne.
Hat destnîşankirin ku leşkerên Fransî li herêmê piştgiriya perwerdehî û şêwirmendiyê didan hêzên ewlehiyê yên Iraqê. Ji ber şer û pevçûnên li herêmê, di rojên dawî de li dijî leşker û baregehên biyanî her ku diçe êriş zêde dibin.













