Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 6 girtiyên din, bi boneya Cejna Qurbanê çûn Îmraliyê û li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan û 6 girtiyên din re hevdîtin kirin.
Li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi munasebeta Cejna Qurbanê, hevdîtina malbatan pêk hat. Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Zekî Bayhan, Mahmût Yamalak û Ergîn Atabey, di çerçoveya destûra Cejna Qurbanê de bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de; Abdullah Ocalan, duh (7’ê Hezîranê) bi biraziyên xwe parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan û Alî Ocalan re hevdîtin pêk anî. Digel vê yekê, Abdullah Ocalan di hevdîtina duh de piştî 26 salan cara ewil bi biraziyên xwe yên zarok re hevdîtin pêk anî. Di heman rojê de Hamîlî Yildirim bi bira û pismamê xwe re, Omer Hayrî Konar jî bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî.
‘3 girtiyên din şandin Îmraliyê
Girtiyên li Girava Îmraliyê Veysî Aktaş, di çerçoveya hevdîtinê de îro bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî. Ergîn Atabey, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhan jî demeke kin sewqî Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin. Malbatên wan jî îro bi 3 girtiyan re hevdîtin kirin.
Piştî 26 salan bi zarokan re hevdîtin kir
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî, Omer Ocalan, Alî Ocalan û cara yekemîn du zarok beşdarê hevdîtinê bûn. Ji roja Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibata 1999an û vir de cara ewil e ku Abdullah Ocalan bi zarokan re hevdîtinê pêk tîne.