Amed – Ji Endama PAJKê Bêrîtan Amed re li Xana Axparê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Merasîm bi girseyî hate ziyaretkirin.
Partiya Rizgariya Jinên Kurdistanê (PAJK) aşkere kir ku Bêrîtan Amed (Semra Duva) di 27ê tebaxê de jiyana xwe ji dest daye. Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl li taxa Muserika Xana Axparê serdana malbata Bêrîtan Amed kirin. Serdan bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) hat kirin.
Girseya ku nêzîkî 3 kîlometre dûrî qada şînê kom bû, wêneyê Bêrîtan Amed hilgirt û bi dirûşmeyên “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne”,”Şehîd namirin” meşiya.
Li serdanê de, di kesayeta Bêrîtan Amed de, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.