• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin

Navenda Nûçeyan /AW

25 NÎSAN 2025 - 11:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin didome. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de xwişka Omer Hayrî Konar, Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi heman daxwazê serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Mafê hevdîtina bi malbatan re yê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, bi hinceta “cezayên disiplînê” tê astengkirin. Di navbera salên 2021-2024’ê de 8 caran li Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo 3 mehan cezayê disiplînê hate dayin û hevdîtinên bi malbatan re hate astengkirin. Tevî hemû serlêdanan jî hincetên cezayên disiplînê û hejmarên dosyayan bi parêzeran re nehatin parvekirin. Herî dawî jî parêzeran di cotmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Dadgeriyê ragihand ku di 16ê cotmeha 2024an de “cezayê disiplînê” yê ji bo 3 mehan ê nû li Abdullah Ocalan hatiye birîn. Têkildarî “cezayê” hatiye dayin tu agahî nehatin parvekirin.

Tecrîd hêj didome

Malbata Abdullah Ocalan hevdîtina rû bi rû ya herî dawî di 3yê adara 2020an de û hevdîtina li ser telefonê jî di 25ê adara 2021an de kiribû. Piştî 4 salan, biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan di 23yê cotmeha 2024an de hevdîtina rû bi rû kir. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan destnîşan kir ku tecrîd hêj didome.

Piştî vê hevdîtinê, di 31ê Adara 2025an de cara duyemîn hevdîtina malbatê hat kirin. Hevdîtin, bi boneya Cejna Remezanê hat kirin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û biraziye wî Omer Ocalan çûn hevdîtinê. Di heman demê de birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Sabîha Aslan jî hevdîtin kirin.

Etîket: Girtîgeha ÎmraliyêHamîlî YildirimMalbata Abdullah OcalanOmer Hayrî KonarserlêdanVeysî Aktaş
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Baroya Şirnexê giliyê kesên ku daran dibirin kir

Baroya Şirnexê giliyê kesên ku daran dibirin kir

29 TÎRMEH 2025
Hevserokên Giştî yên DBPê serdana Aktaş kirin

Hevserokên Giştî yên DBPê serdana Aktaş kirin

27 TÎRMEH 2025
Veysî Aktaş ê li Îmraliyê dihate ragirtin hate berdan

Veysî Aktaş ê li Îmraliyê dihate ragirtin hate berdan

26 TÎRMEH 2025
Wextê pêvînayîşanê Heyetê Îmraliyî dîyar bi

Şandeya Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî

25 TÎRMEH 2025
Ciwanên Ewropî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Ciwanên Ewropî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

24 TÎRMEH 2025
Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

18 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (266)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne