• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê sê ciwan hatin binçavkirin

    Li Wanê sê ciwan hatin binçavkirin

    Gelê Kurd qadan terk nake: Li dehan qadan bi deh hezaran meşiyan

    Gelê Kurd qadan terk nake: Li dehan qadan bi deh hezaran meşiyan

    Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Rojava kom bûn

    Banga tevlibûna Roja Rojava ya Cîhanê: Divê em li ser pêyan bin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 31ê ÇILEYA 2026an

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Çeteyan li Efrînê 3 jin kuştin

    SOHR: Hikûmeta demkî 5 girtî bi îşkenceyê kuşt

    SOHR: Hikûmeta demkî 5 girtî bi îşkenceyê kuşt

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê sê ciwan hatin binçavkirin

    Li Wanê sê ciwan hatin binçavkirin

    Gelê Kurd qadan terk nake: Li dehan qadan bi deh hezaran meşiyan

    Gelê Kurd qadan terk nake: Li dehan qadan bi deh hezaran meşiyan

    Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Rojava kom bûn

    Banga tevlibûna Roja Rojava ya Cîhanê: Divê em li ser pêyan bin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 31ê ÇILEYA 2026an

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Çeteyan li Efrînê 3 jin kuştin

    SOHR: Hikûmeta demkî 5 girtî bi îşkenceyê kuşt

    SOHR: Hikûmeta demkî 5 girtî bi îşkenceyê kuşt

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyama spasiyê dan

Navenda Nûçeyan /AW

22 GULAN 2025 - 12:58
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Malbatên pêşeng û sazumankarên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn spasiya kesên tev li şîn, bîranîn û çalakiyan bûne kirin û gotin: “Tacîdarkirina bi azadiyê ya meşa mezin a wan daye destpêkirin, deynê stûyê me ye.”

PKKê 12emîn Kongreya xwe di navbera 5-7’ê Gulanê de li dar xist. Piştî kongreyê di 12ê Gulanê de encamnameya kongreyê ragihand. Aşkere kir ku kadroyên pêşeng ên partiyê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jiyana xwe ji dest dane. Piştî daxuyaniyê, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn şîn hatin danîn û çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Malbatên Alî Haydar Kaytan û Alî Riza Altûn, bi peyamekê spasiya kesên tev li şîn, bîranîn û çalakiyan bûne kirin. Li gorî nûçeya ANFê, peyama malbatan wiha ye:

“Di 12ê Gulana 2025an de ji me re hate ragihandin ku ji ferdên malbatên me hevrê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn şehîd bûne. Ev yek ne tenê ji bo me, her wiha ji bo her kesên ku şerê azadî û hebûna Kurdan dimeşînin, windahiyeke mezin bû. Li şûna bibin bira, kek û kurek, wan tercîh kirin ku bibin parçeyek ji civakîbûna li Kurdistanê ku her kêliya wê bi ked, xwîn, êş û hêviyê hatiye hûnandin, afirandin. Li şûna vegera li malbatên me, wan xwestin guhertinê bikin. Em jî kirin rêwiyên vê rêya xwe. Ji ber vê yekê êşa me, windahiya me kolektîf e. Bi navê malbatên wan, em navê wan bi serbilindî, bi rûmet radikin.

Wan mîrateyeke gelekî xurt û hêja ji me re hiştin. Baweriya ji bo paşerojeke azad a gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn û her mirovên li dijî sîstemê têdikoşin. Ji bo vê baweriyê bi cih bînin, îradeyeke xurt afirandin. Wan ji me bêhtir temenê xwe bi hevrêyên xwe yên têkoşînê û civaka ku pêşengî jê re kirin, bihurandin. Lewma bi hevrê û civaka xwe re hîn bêhtir bîranînên wan hene. Li her mala ku li deriyê wê xist, li her cihê ku tasek av jê vexwar, li her warê ku jê re bû mêvan bandor kir, şopa xwe hiştin, ji şopa li malên me bêhtir. Ji ber vê yekê li çar parçeyên Kurdistanê gel ewladên xwe hembêz kir. Ji Qamişloyê heta bi Silêmaniyeyê, ji Amedê heta bi Torontoyê û bajarê Kolnê yê ku em lê dimînin, bi deh hezaran Kurdan di asteke bilind de xwedî lê derketin û pêşengên xwe bi rengekî hêja oxir kirin. Li pêşberî vê xwedîderketina mezin a gel, gotineke me nîne ku em lê zêde bikin. Lê dîsa jî em dibêjin; Erk û wezîfeya me ya ku vê meşa mezin a hevrê Ali Haydar Kaytan û Riza Altûn bi paşerojeke azad tacîdar bikin.

Kurd li her devera ku lê bûn mîna lehiyekê xwedî li nirxên xwe derketin, bi rengekî bêhempa xwe gihandin kok û cewhera xwe, xwestin xwe ji çavkaniya xwe nas bikin û bêne bîranîn. Ev yek nirxekî gelekî hêja ye ku berdêla wê nîne. Ya ku dibe para me ew e, ku em vî nirxî biparêzin, xwedî lê derkevin û zêde bikin. Em ê ji bo vê bijîn, li ber xwe bidin û xurt bin.

Bi vê wesîleyê di serî de malbatên şehîdan em dixwazin spasî û hurmeta xwe pêşkêşî hemû kedkarên tevgera azadiyê û her kesî bikin, ku li ser rêya wan meşiyan û bûn nefes ji me re.

Bi navê malbat û hevrêyên wan em soz didin. Em ê vê kevneşopiya nîv sed salî ku ji Kurdistana Azad re bû hişê jiyanê û bi ked û îradeyê hate avakirin, bi sedan salan dewam bikin. Di vê serdema têkoşînê de weke ku di bîranînên hevpar ên bi deh hezaran Kurdan de jî hate dîtin, em ê dilsozê Rêber Apo, şehîdan û nirxên xwe yên têkoşîna azadiyê bin û bi vî rengî bimeşin.

Şehîd Namirin.”

Etîket: alî haydar kaytanRiza Altûn
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Riza Altûn li mala xwe ya Tuzluçayirê hat bibîranîn

Riza Altûn li mala xwe ya Tuzluçayirê hat bibîranîn

25 ÎLON 2025
Li Amarayê şahiya gel

Li Amarayê şahiya gel

6 TEBAX 2025
‘Em dixwazin demildest aştî pêk were’

‘Em dixwazin demildest aştî pêk were’

19 GULAN 2025
Ji bo Kaytan û Altun lênûska bîranînê

Ji bo Kaytan û Altun lênûska bîranînê

19 GULAN 2025
Kaytan û Altûn li Amedê hatin bibîranîn: Pîrên Kurdistanê nemir in

Kaytan û Altûn li Amedê hatin bibîranîn: Pîrên Kurdistanê nemir in

18 GULAN 2025
Kaytan û Altûn li Torontoyê hatin bîranîn

Kaytan û Altûn li Torontoyê hatin bîranîn

18 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1533)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne