Amed – Mamoste û nîviskarên Kurd cezayên li Amedsporê hatine birîn û helwesta TED Kolejî ya Amedê ku helwesta yekzimanî nîşan da şermezar kirin û gotin “Ev polîtîkayên dewletê ne, tehamulî zimanê Kurdî nakin.”
Her wiha di 26ê Îlonê de Komeleya Perwerdehî ya Tirk (TED Kolejî) li Amedê bi boneya roja zimanê Tirkî xwendekaran li hev kom kir û li wan fermana Tirkî ya “Divê li her derê tenê bi zimanê Tirkî were axaftin” dabû xwendin. Herwiha Amedsporê di meha Îlonê de bi marketa “Tez Gel Komê” hevpeymana sponsoriyê îmza kiribû. Ji ber vê sponsoriyê dirûşma “Koma Me Bona We” li ser formayê Amedsporê hat bicihkirin. Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF)ê bi hinceta li ser formayê nivîsa Kurdî heye, ji Amedsporê xwest ku formaya xwe biguherînê. Lê Amedspor vê helwestê qebûl nêkir û bi formayên xwe yên ku bi nivîsa Kurdî derket sehayê. Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ev yek kir hincet û 110 hezar cezayê pere li Amedsporê birî. Hem cezabirîna li Amedsporê hem jî helwesta TED Kolejiyê di nav gelê Kurd de bû sedema nerazîbûn û bertekan.
‘Qedexekirina ziman sûcê mirovahiyê ye’
Nivîskara Kurd Sultan Yaray destnîşan kir ku êrişên li dijî zimanê Kurdî sed sal e berdewam dikin. Sultan Yaray da zanîn ku ew ê van êrişan qebûl nekin û ev tişt gotin: “Ev sed sal e zimanê Kurdî tê astengkirin. Em van politîkayan şermezar dikin. Ev hişmendî polîtîkaya dewletê ye. Di nav sazî û pergala xwe de jî vê yekê ava kiriye.Her netew bi mafê xwe ve heye. Divê her netew wêje, siyaset û li her qadeke jiyanê, zimanê xwe bikar bîne. Zêdetirî sed sal e ku komar hatiye avakirin û zimanê Kurdî tê astengkirin û qedexekirin. Îro em lê dinerin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kiriye. Wexta mirov vê pêvajoyê dinîrxîne ji aliyê gel ve jî piştgiriyek xurt heye lê mixabin gel baweriya xwe bi dewletê nayne. Ev bê bawerî jî ji ber politikayên dewletê ye. Tahamula wan bi nivîsa Kurdî a li ser formayekî nîne. Dîsa li TED Kolejî ya Amedê, zarokên kurdan bi hişmendiya xwe perwerde dikin. Di komîsyona Meclisê de nehiştin dayîkên me bi zimanê xwe biaxivin. Ev bêtahamulî û nijadperestî ye. Em dibêjin qedexekirina ziman sucê mirovahiyê ye, bila li dijî gele Kurd ev sûc neyên kirin.”
‘Kiryarên bi vê rengî pêvajoyê dixitimîne’
Mamosteya zimanê Kurdî Dîlan Guvenç jî bertek nîşanî êrişên li ser zimanê Kurdî da û wiha axivî: “Di demên dawî de êrişên curbicur li ser zimanê Kurdî tên kirin. Em van kiryaran şermezar dikin. Di heman demê da piştgirî û alîgiriya Amedsporê ya gel jî zêde ye, ew jî vê yekê dizanin. Ji ber piştgiriya zêde astengiyan derdixin û cezayan dibirin. Ev polîtîka, zimanê Kurdî krîmînalîze dike. Ji zimanên biyanî re tu astengî û qedexe tune ye lê wexta mijar dibe zimanê Kurdî êrişan pêk tînin. Rastî ev polîtîka ya dewletê ye û sed sal e pêk tîne. Herwiha li TED Kolejî ya Amedê li ser zarokên Kurdan bi zimanekî din dixwazin nijadperestiyê ava bikin. Em li hemberî tu zimanan nîn in, hemû ziman pîroz in. Zimanê me nasname, çand, dîrok û hebûna me ye. Kiryarên bi vî rengî, pêvajoyê dixitimînin û samimiyeta pêvajoyê jî nîşan dide.”
‘Bêtehamûliya zimanê Kurdî heye’
Endam û rêveberê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman ya Mezopotamyayê (MED-DER)ê Murat Aydin diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li ser zimanê Kurdî, rêbazek nebaş e û got: “Li ser zimanê Kurdî bêtehamuliyek heye. Ji bo bale bikişînin ser van êrişan divê em bi xurttir têbikoşin. Zimanê me nirxa me ye. Em li her derê zimanê xwe diparêzin û diaxivin. Em ji bo zimanê Kurdî statûyê dixwazin. Her wiha cezabirîna Amedsporê û helwesta TED Kolejî ya Amedê êrişên li dijî zimanê Kurdî ne. Li hember zimanê me bêtahamûlî, êriş, bêrêzî hebe, em ê li qada bin, xwedî li nirxên xwe û zimanê xwe derkevin.”