Li bajarê Minbicê yê dagirkirî erebeyeke bombebarkirî teqiya. Li gorî agahiyan birîndar û kuştî hene.
Li herêma Minbicê şer didome. Êrîşên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber berdewam dikin. Di berdewama rewşa tevliheviya ewlehiyê li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî de erebeyeke bombebarkirî li kolana “Rabîte” ya bajarê Minbicê yê dagirkirî teqiya. Li gorî agahiyên ku ANHAyê bi dest xistin, di encama teqînê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Li bajarê Minbicê, ji dema dagirkirina wê ji hêla dewleta Tirk û komên paramîlîter ve gelek erebeyên bombebarkirî hatine teqandin û gelek kes hatin kuştin.