Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî hemû îdiayên ku dibêjin hêzên wan hewldana parçebûn û dabeşkirina Sûriyeyê dikin, derewandin û got: “Em piştgiriyê didin hikûmeta Şamê.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew, li ser bingeha wekheviya di nava Sûriyeyiyan de ji aliyê maf û erkên wan bêyî cudahî, bi yekitiya Sûriye, xak û pêkhateyên gelê wê tevahî re ne.
Mazlûm Ebdî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re der barê mijarê de wiha got: “Ji bo bersivdana hemû kesên ku me bi parçebûn û dabeşkirina Sûriyeyê tohmet dikin, em careke din diyar dikin ku em li gorî rêgezên xwe yên sabit tev digerin. Em, li gorî bingeha wekheviya di nava tevahî sûriyeyiyan de di maf û erkên wan de bêyî cudahî, bi yekitiya Sûriyeyê, xak û tevahî pêkhateyên gelê wê re ne. Em piştgiriya hikumeta Şamê dikin û berfirehkirina rêveberiya dewleta Sûriyê pêşwazî dikin ku em ê bibin beşek li ser tevahî xaka welat.”
Mazlum Ebdî anî ziman ku ew weke sûriyeyiyan û li ser bingeha hevkarî ne jî kotayan, amade ne bi hemû hêz û saziyên xwe tev li saziyên dewletê bin û wiha berdewam kir :”Dewlemendiyên binerd milkê tevahî Sûriyeyiyan in. Em amade ne van dewlemendiyan bixin bin çavdêriya hikumeta Şamê da ku bi awayekî adilane, li gorî îstîqrar û bextewariya Sûriyeyiyan, belav bike. Ji bo pêkanîna van mijaran pêdivî bi nexşerêyekê heye ku em bi rêveberiya li Şamê re li ser li hev bikin. Da ku em gavên lezgîntir biavêjin.”