• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Waştişê kurdan û embazanê înan zelal ê: Ganî Abdullah Ocalan azad bibo

    Ji çar hêlên Ewropayê dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî ji Rojava re statû’ olan da

    Çalakîyanê ma asteng kenê: Ka way û birayî?

    Banga ji bo meşa li Amedê: Werin em Kurdistanek azad ava bikin

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re hevdîtin kir

    Mazlum Ebdî: Em hewldanên Macron pîroz dikin

    Otomatik taslak

    ‘Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Mazlum Ebdî: Em şer naxwazin, lê em ê xwe biparêzin

Navenda Nûçeyan / AW

31 TEBAX 2025 - 11:36
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî, bi rêya Online beşdarî “Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Rojavayî” bû û got: “Li Sûriyeyê 14 sal şer heye êdî bes e. Em êdî şer naxwazin. Lê em ê gelê xwe biparêzin.”

Ciwanên Rojavayî li Ewropayê “Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Rojavayî” pêk anîn. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, peyamek bi dîmen ji konferansê re şand.

Mazlûm Ebdî anî ziman ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirbest heye û wiha got: “Dibe ku ev agirbest xera bibe. Li Sûriyeyê 14 sal in şer heye. Ev şer ji bo Sûriyeyê êdî bes e. Dibe ku ev agirbest bê xerakirin. Lê em şer naxwazin. Em hevî dikin ku şer çênebe. Lê em her dem amade ne ku saziyên xwe û gelê xwe biparêzin. Em hêvî dikin ku hevdîtinên ji bo aştiyê serkeftî bi encam bibin. Em hevî dikin ku ev şer bi dawî bibe. Çareseriya ji bo siberojê pergala demokratîk e. Divê êdî pergala demokratîk, pir reng û dengî bê avakirin. Divê hemû civak, bawerî, ziman û çandên cuda xwe di nava vê pergalê de bibînin û xwedî vîn bin. Sûriye dê êdî nebe Sûriyeya beriya 2011an. Di 10ê Adarê de di navbera rêveberiya HTŞê û HSDê de peyman hatiye îmzekirin. Di vê peymanê de entegrasyona HSDê ya di nava artêşa Sûriyeyê de guncav hatiye dîtin. Ji bo ev peyman têkeve meriyetê em ê xebatê bikin.”

Mazlum Ebdî da zanîn ku di 13ê Tîrmehê de ew û Nûnerê Taybet ê DYAyê yê li Sûriyêyê Sefîr Barrack, û Serokê rêveberiya HTŞê Ahmed Şara, li Şamê civîn pêk anîne û wiha bi dawî kir: “Ji bo ev peymana 10ê Adarê têkeve meriyetê hewldanên me didomin. Lê ji ber hin hevdîtinên din ên derveyî me astengî derdikevin. Rêveberiya HTŞê di serî de hevdîtina ku dihat plankirin li Parîsê pêk bê û hemû hevdîtinên bi rêveberiya Rojava re rawestandine.”

Etîket: Mazlum EbdîşerSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

NYê rewşa Sûriyeyê, lihevkirina HSDê û hikûmetê nîqaş kir

NYê rewşa Sûriyeyê, lihevkirina HSDê û hikûmetê nîqaş kir

13 SIBAT 2026
Mazlûm Ebdî: Me bi Rubio re li ser siberoja Sûriyeyê nîqaş kir

Mazlûm Ebdî: Me bi Rubio re li ser siberoja Sûriyeyê nîqaş kir

13 SIBAT 2026
Rojnameyên Ereb: Kongreya DYAyê dosyaya Sûriyeyê çavdêrî dike

Rojnameyên Ereb: Kongreya DYAyê dosyaya Sûriyeyê çavdêrî dike

12 SIBAT 2026
Kalkan: Xoverdayîşê Rojava newe ra dinya ser o tesîrdar bî

Kalkan: Ku yekîtiya neteweyî ya demokratîk pêk neyê talûke mezin e

12 SIBAT 2026
Li Şêxmeqsûd Kurdek 70 salî hate qetilkirin

Li Şêxmeqsûd Kurdek 70 salî hate qetilkirin

12 SIBAT 2026
Hikumeta Demkî ya Sûriyê mamosteyên Elewî ji kar derxistin

Hikumeta Demkî ya Sûriyê mamosteyên Elewî ji kar derxistin

12 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (546)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne