Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî anî ziman ku bi hikumeta Şamê re li ser hîn mijaran li hev hatin pêkhatiyê û got ku yek jî xala tifaqê ew bû ku artêşa Sûriyeyê nakeve hûndirê Rojava û dê li derve bimîne.
Fermandarê Giştî yê Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî derbarê geşedanên di rojevê de tevlî bernameyeke taybet a Ronahî Tv bû. Mazlûm Ebdî tekildarî agirbesta 15 rojan hatiyê dirêj kirin de anî ziman ku li ser xwesteka Amerîkayê agirbest pêkhatiyê û wiha got: “Ji bo endamên DAIŞî derbasî Iraqê bên kirin agirbest hat ragihandin. Agirbest di meriyete de ye.” Mazlûm Ebdî derbarê tifaqa 18ê Çileyê ya bi hikumeta Şamê re jî diyar kir ku ew giredayî tîfaqê ne û li ser tîfaqê hewldan hene û wiha got: “3 beşên esasî yên tîfaqê hene. Yekêm bi xweseriya herêmên Kurdî ve giredayiyê. Em dixwazin destkêftiyên xwe biparêzin û şer çênebe. Li ser vê yekê li hevhatinek heye lê hîn mijar hene ku di rojên pêş de zelal bikin. Ya din jî entegrasyona Hesekê ya bi Şamê re ye. Hezên ewlekariya hundir dê cihê xwe bimînin û erkê xwe pêkbînin. Li ser vê yekê li hevhatin hene. Entegrasyona HSDê bi giştî heye. Em amade ne ku vê tifaqê pêkbînin.”
Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew plan dikin ku piştî agirbest qedya ew ji aliyê tîfaqe de hinek gav bavejin û tîfaqê serbixînin. Mazlum Ebdî destnîşan kir ku li gor tîfaqê divê arteşa hikumeta Sûriyeyê nekeve hundirê Rêveberiya Xweser û arteş dê derveyî herême bimîne. Mazlum Ebdî tekildarî rewşa Hesekê de jî wan nav danê hikumeta Şamê ku dê li kîjan saziyan de bimînin û dan û standin berdewam dikin. Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku heke tiştên ew qebûl nêkin li ser bê ferzkirin mimkun e ku tifaq nece serî. Mazlûm Ebdî tekildarî yekkitiya Kurdan jî diyar kir ku hebû partiyên Kurdistanê li başûr û bakur piştgiriya Rojava kirine. Mazlûm Ebdî tekildarî çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava li çar aliyên Kurdistanê tên li darxistin jî wiha got: “Em spasiya hemû gelê xwe û dostên Kurdan dikin. Berxwedana hatiyê dayin bandor li ser hezên navneteweyî û Şamê jî kir. Lê niha şûn vê jî heta digehêjin tîfaqeke û destkêftiyên şoreşê werin mîsogerkirin divê ew xwedî derketin ji berê xurtir pêk were.”
‘Arteşa Sûriyeyê nakeve Kobanê’
Mazlûm Ebdî salvegera Rizgarbûna Kobanê jî pîroz kir û derbarê pêşeroja Kobanê de jî ev tişt anîn ziman: “Berxwedana li Kobanê pêkhat dîsa dibe û yekitiya gelê Kurd careke din li Kobanê xwe nişan da. Em wê baweriyê de ne ku Kobanê çawa bi berxwedanê ew êriş şikandin niha jî dê bişkîne. Kobanê dê pêşengiya vê berxwedanê jî bike. Me ji hikumeta Şamê xwestiyê ku dê nekevin Kobanê. Arteşa wan nakeve Kobanê. Wan jî qebûl kirinê. Em hevî dikin ew soza xwe pêkbînin û em jî mecbur neminin berxwedaneke hê mezintir li wir bidin meşandin. Çawa Kobanê di sala 2014an de bi ser ket û dê dîsa bi piştgiriya gelê Kurd û dostên Kurd dê bi ser bikeve.”
‘Em ê herêmên Kurdan heta dawiyê biparêzin’
Mazlûm Ebdî tekildarî rewşa Efrîn, Serêkanî û Girêspî de jî anî ziman ku ew jî di tifaqê de hene û ji bo Qamişlo çi çareserî pêk were dê li Efrîn, Serêkanî û Girêspî jî pêk were. Mazlûm Ebdî tekildarî fitneya di navbera Ereb û Kurdan jî destnîşan kir ku divê gelê Kurd nekeve şaşiyan û nekevin xefika lîstikan û di navbera gelan de dijminatî çênebe. Mazlûm Ebdî tekildarî pirsa heke tîfaq neçe serî amadekariyên HSDê di çi astê de ne de jî ev tişt gotin: “Em niha vegeriyan herêmên piraniya wan Kurd in. Niha em parastina gelê xwe dikin. Parastina herêmên Kurdî dikin. Ew der ne Dêrezor û Reqayê. Em ê heta dawî şer bikin. Xeta me ya sor e. Heta ferdekî me mabû em ê şer bikin. Tu kes jî sernakeve. Heke bikevin vir şer naqede. Ji bo wê jî ez hevî dikim tu kes êrişên xwe li ser herêmên Kurdan nekin û nekevin van şaşiyan. Hêza me ya HSDê ji bo parastina herêmên Kurdan amade ye. Heke berxwedaneke lêşkerî were kirin ji bo vê dê bê kirin. Tenê armanca me parastina herêmên Kurdan e.”












