Heyeta Rojavayê Kurdistanê ku ji Mazlum Ebdî, Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn pêk tê li gel Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî civiya.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Pîrmamê li gel Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî civiyan.
Di civînê de li ser peymana Rêveberiya Xweser-HSDê û Hikûmeta Demkî ya Şamê de nirxandin û axaftin hatin kirin rewşa Kurdistan û geşedanên li herêmê hatin nîqaşkirin.














