Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi şandeyeke Serokatiya ENKSê re cîvînek li dar xist.
Li gorî agahiyên taybet ên Rûdawê, Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi şandeyeke Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re civîn li dar xist.
Çavkaniyekiyan da zanîn ku di civînê de der barê girîngiya agirbestê de dan û standin hat kirin û rewşa dawî ya Rojava hat gotûbêjkirin. Şandeya Serokatiya ENKSê da zanîn ku pêwîst e kar bê kirin da ku herêmên Kurdan û xelkê sivîl ji her şer û pevçûneke leşkerî bên dûrxistin ku dibe sedema pêlên nû yên koçberiyê. Di civînê de hate xwetin ku pirsgirêkên bi Şamê re bi bi rêya diyalogê bên çareserkirin.













