Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî têkildarî hevdîtina li gel Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî daxuyanî da û got ku girîngiya yekitiya Kurdan berpirsiyariya wan hemûyan e.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî têkildarî hevdîtina xwe ya li gel Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.
Daxuyaniya Mazlûm Ebdî wiha ye: “Hevdîtina me li gel serok Mesûd Berzanî cihê kêfxweşiyê bû. Me pêvajoya guhertinê ya ku Sûrîye tê re derbas dibe nîqaş kir û bi hev re li ser wê yekê piştrast kir ku divê helwesta Kurdan li Sûrîyeyê yek be û divê dîyaloga li gel Şamê bi awayekî aştiyane mafê gelê Kurd biparêze. Her wiha me tekez kir ku giringîya yekitiya Kurdî û aramîya herêmê bi giştî berpirsiyariya me hemûyan e û em ê bi hev re alîkar bin.”