Amed – Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Ramazan Dengîz diyar kir ku li gorî lêkolîn û tespîtên wan, li Amedê 759 malbatan cenazeyên zarokên xwe yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane negirtine û got: “Heke dewlet jidil nêzî pêvajoya heyî bibe tişta ku herî ewil bike ew e ku Bankayeke DNAyê ava bike.”
Li “Goristanên Bêkesan” ên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran cenaze hene. Ji kesên nasnameyên wan ne diyar, heta kesên xizmekî wan nînin û heta penaberan cenazeyên gelek kesan li van goristanan tên veşartin. Li aliyê din weke polîtîkayeke dewletê bi hezaran endamên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku di nav têkoşîna gelê Kurd de di şer û pevçûnên demên cuda de jiyana xwe ji dest dane jî li goristanên bêkesan hatine veşartin. Nasnameya piraniya van cenazeyan diyar e lê gelek ji wan bi hincetên weke “hevgirtina DNAyê temam nebûye” , an ji ber haya malbatan jê nîne serlêdan nekirine hwd. li goristanên bêkesan hatine veşartin. Li aliyê din cenazeyên gelek kesên ku di têkoşîna gelê Kurd de di salên 90î de di şer û pevçûnên demên cuda de jiyana xwe ji dest dane jî bi awayekî komî hatine veşartin. Gelek ji van cenazeyan jî ji ber neagahdarkirinê ji aliyê malbatan ve nehatine wergirtin. Ji ber vê yekê niha bi hezaran malbat hêj jî li cenazeyên xwe digerin û li bendê ne ku goreke zarokên wan hebe. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER) jî têkildarî vê mijarê lêkolînan dike û bi serdana malbatên ku zarokên wan di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin tespit dikin ku çend malbatan cenazeyên xwe negirtine.
Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Ramazan Dengîz têkildarî cenazeyên ku li goristanên bêkesan hatine veşartin, gorên komî û polîtîkayên dewletê yên têkildarî nedayîna cenazeyan ji ajansa me re axivî.
Ramazan Dengîz diyar kir ku ji destpêka Komara Tirkiyeyê heta niha dewlet bêhurmetiyeke mezin nêzî cenazeyên kesên ji bo doza gelê Kurd têkoşiyan e bûye û wiha got: “Lê ji ber ku em di pêvajoyeke nû de ne divê em îro li ser çareseriyê sere xwe biêşînin. Em dibêjin mezelên bêkesan lê ev peyv ji bo kesên têkoşer nayê bikaranîn. Di lîteraturê de dema dibêjin ‘mezelên bêkesan’ weke kesên ku xwediyê wan tune be û li wir hatibe veşartin e. Lê mirovên me yên di van çil salên dawî de di têkoşîna gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane di van mezelên bêkesan de hatine veşartin. Li Amedê 36 kes di mezelên bêkesan de hatine veşartin. Li Mêrdînê, Şirnexê, Wanê, Meletiyê hwd. gelek mezelên bêkesan hene. Ev ji aliyê dewletê ve qeydên wan hatine çêkirin. Lê ji ber haya malbatan jê çênebûye an jî malbat li holê tune ye li goristana bêkesan hatine veşartin.”
Li navçeyên Amedê 337 cenazeyên nasnameyên wan nediyar hene
Ramazan Dengîz da zanîn ku di salên 90î de qeyda cenazeyên ku hatine veşartin tune ye û wiha berdewa kir: “Di salên 90î de 30 kes, 40 kes şehîd ketine bi traktoran anîne di gorên komî de veşartine. Tenê li Amedê hejmara kesên di salên 90î de jiyana xwe ji dest dane 337 kes in. Ne malbata van kesan diyar e, ne jî em dizanin ka kî ne. Li Pasûrê, Licê, Farqînê, Pîranê, Bismilê, li Erxeniyê bi komî 337 cenaze hatine veşartin lê qeydeke wan tune ye. Tenê em dizanin li wir hatine veşartin. Ev cenaze nayên naskirin. Beriya niha hevalên ku li saziyê xebitîne di şert û mercên zehmet de xebitîne. Nikarîne qeydekê bikin an di kompîturê de tiştek binivîsanda. Operasyonek çêdibû daneyên di destê hevalan de hebûn desteser dikirin û dibirin. Ji ber vê yekê navnîşan û telefonên malbatan tenê di destê me de hene.”
‘Li Amedê nêzî sê hezar malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane hene’
Ramazan Dengîz diyar kir ku qeyda nêzî hezar û 550 malbatên di nava Amedê de nêzî hezar jî li navçeyan bi giştî nêzî sê hezaran malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane di destê wan de hene û wiha pê de çû: “Qasî 5-6 meh in xebatek me daye destpêkirin. Me xwest daneyên berfirehtir bi dest bixin. Dema em diçin malbatên xwe pirsin ku ‘Cenaze heye an tune ye? Malbat di çi rewşê de ye? Xwendevan hene tune ne?’ Em dixwazin weke sazî malbatên xwe berfireh nas bikin. Di van du sê mehan de me serdana hezar û 600 malbatan kir. Hezar û 350 malbat jî me li pergala xwe qeyd kirine. Ji van malbatan 759an cenazeyên xwe negirtine. Ev jî dibe rêjeyeke ji sedî 56. Ev yek ji bo malbatên me janeke mezin e. Di vê pêvajoya nû de her roj mirov tên saziya me dibêjin em daxwaza cenazeyê xwe dikin. Em dixwazin kevirekî me hebe ku xwedî lê derkevin û wan bi bîr bînin.”
‘Heke dewlet jidil e nêzîkatiya cenazeyan gelek muhîm e’
Ramazan Dengîz bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke dewlet bixwaze hinekê baweriyê bide malbatan ku di vê pêvajoyê de jidil e nêzîkatiya cenazeyan gelek muhîm e. Mezel ji holê rakirin, bombebaran kirin çi ji destê wan hat kirin. Lê îro divê dewlet hurmetê nîşanî cenazeyên me bide. Heke dewlet jidil nêzî vê meseleyê bibe tişta herî ewil ew e ku Bankayeke DNAyê ava bike. Niha DNA tên girtin lê bi awayekî sîstematîk bankayeke DNAyê tune ye. Em ê çawa xwe bigihînin van mezelên xwe. Wexta ku Bankaya DNAyê ji aliyê dewletê ve bê avakirin. Em jî dê bang li malbatên xwe bikin. Em ê bêjin ‘kesên ku cenazeyên xwe negirtine bila werin ji bo DNAyê xwînê bidin vê bankayê. Piştî ku ev DNA hatin komkirin dû re em ê bang li dewletê bikin ku bên van mezelan veke. Li gorî protokolên navneteweyî werin van mezelan vekin DNAya wan bistînin, wan û DNAyên we ji malbatan girtin bidin berhev û bi vî awayî dê derkeve holê ka kîjan cenaze yê kê ye. Ev yek dê xizmeteke mezin ji vê pêvajoyê re bike. Baweriyekê bide gel.”
‘Heke xizmetê ji pêvajoyê re bikin dê pêşiya gelek windahiyan were girtin’
Ramazan Dengîz bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 21ê Kanûnê de ji kongreya ANKA-DERê re şandibû û wiha bi lev kir: “Peyama Rêberê Gelê Kurd a ji bo malbatan pir watedar bû. Malbatên me birêz Ocalan gav bi gav kêlî bi kêlî dişopînin. Her peyveke wî ji bo malbatên me qiymeteke pir mezin e. Rêberê Gelê Kurd dibêje ku têkoşîne me ji bo ku tu mirinên din çênebe ye. Ji ber vê yekê divê dewlet bi awayekî cidî nêzî vê projeya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bibe. Heke em xizmetê ji vê pêvajoyê re bikin. Dê pêşiya gelek windahiyan were girtin. Her ku mirovek jiyana xwe ji dest dide janeke mezin e. Ji bo me jî ji bo gelê Kurd jî em naxwazin ev êş û jan çêbibin.”















