Civîna 20emîn a Komîsyona Meclîsê bi dawî bû. Di civînê de biryar hat girtin ku komîsyon du mehan xebatên xwe dirêj bike.
Civîna 20emîn a Komîsyona Meclîsê ku bi serokatiya Numan Kurtulmuş civiya, bi dawî bû. Di civînê de biryar hat girtin ku xebata komîsyon ji bo 2 mehan hate dirêjkirin û dê xebatan bidomîne.
Dr. Murat Sevencan û Prof. Dr. Havva Kok Arslan ku li ser girtekan analîzeke akademîk amade kiribûn, axaftin kirin.
Prof. Dr. Havva Kok Arslan anî ziman ku aştî ne tenê bi dawîbûna pêvçûnan e û piştî aştiye jî ji aliyê civakî, aborî ve divê aştî bê mayîndekirin û di civînên komîsyonê de jî li ser vê yekê pêşniyar derketine pêş. Piştî axaftinê Havva Kok Arslan rapora amade kiribû pêşkeşî komîsyonê kir.
Di raporê de hat gotin ku pirsgirêk herî zêde ji aliyê maf û wekheviyê ve hatiye pênasekirin û xalên weke nasname, ziman, çand û mîsogeriya hebûnê derketin pêş.
Her wiha di raporê de hat gotin ku aştiya erênî herî zêde li ser hemwelatîbûna wekhev û pêkhatina azadiyê ve tê penasekirin û di raporê de ji xalên ku partiyên siyasî li serê li hev dikin û di navbera wan de nakokî heye jî cih digirin.
‘Daxwazên maf û hemwelatîbûna wekhev derketin pêş’
Piştre jî Dr. Murat Sevencan axivî û diyar kir ku dema wan lêkolîn kiriye herî zêde maf, wekhevî, nasname, bawerî û pirsgirêka bekayê derketiyê pêş û pirsgirêk herî zêde ji aliyê maf û wekheviyê ve hatiyê pênasekirin. Murat Sevencan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di guhdarîkirinan de li gorî daxwaz û pêşniyarên hatinE kirin herî zêde li ser aştiyeke pozîtîf, jiyaneke bi hev re wekhev û demokratîk lihevkirinek heye. Aştiya erênî li ser hemwelatibûna wekhev û azadiyê hatiye pênasekirin. Li gelek derdorên ku hatine guhdarkirin diyar kirine ku aştî ne bi tenê bêdengkirina çekan e, hewcehî bi xebatên berfireh ên civakî hene.”
Xebatên Komîsyonê hat dirêjkirin
Piştre jî endamên komîsyonê yên partiyên siyasî li ser xebatên komîsyonê axivîn. Herî dawî jî li ser dirêjkirina xebatên komîsyonê li fikir û peşniyarên partiyên siyasî hate guhdarîkirin û biryar hat girtin ku xebatên komîsyonê 2 mehên din jî bê berdewamkirin.













