Konseya Bajêr a Amedê ku di serdema qeyûm de hatibû girtin, Meclisa Çand û Hunerê ya Amedê ava kir.
Konseya Bajêr a Amedê ku di serdema qeyûman de hatibû girtin, piştî 8 salan ku DEM Partiyê şaredarî ji destê qeyûm derxist, dîsa hat avakirin. Konseya Bajêr meclisa xwe ya ewil ava kir. Meclisa Çand û Hunerê ya Konseya Bajar a Amedê, li Çand Amedê 1emîn Civîna Asayî li dar xist. Ji saziyên çand û hunerê gelek kes, hunermend, endamên meclisa şaredariyê û beşdarî civînê bûn. Endama dîwanê Seroka KASEDê Salîha Ayata got ku ji ber vekirina meclisê ew gelek bi kelecan in.
Sekretera Giştî ya Konseya Bajêr Selvî Tunç di civînê de diyar kir ku dê Meclisa Çand û Hunerê ji bo çand û hunera Amedê û zindîhiştina hafizeyê girîng be û got: “Ev hê destpêk e.”
‘Em dikarin xwe bi xwe çand û ziman li pêş bixin’
Endamê Desteya Rêveber a Konseya Bajêr a Amedê Şêrko Kanîwar jî diyar kir ku ji bo çand û zimanê kurdî bi sedan hunermend bêyî sîwaneke şaredariyê hebe li malên xwe, li kolan, gund, metrepol û dîasporayê ya ji destê wan tê dikin.
Kanîwar bi mînakan pêşketina çand û hunerê ya ji salên 90î heta niha ya li Amedê vegot û bal kişand ser tayînkirina qeyûman û xebatên wan. Kanîwar wiha axivî: “Qeyûman, bi Kurdî û çanda Kurdî xebat nekirin. Heke em birêxistinkirî bin, em dikarin bêyî rêveberiyên herêmî jî çand û ziman li pêş bixin. Kesên bi çand û hunerê re eleqeder, hafizeya civakê ne. Em ziman û rengê vî bajarî ne. Ji bo vê bar dikeve ser milê me tevan. Ji bîr nekin ku xebatên me hafizeya zimanê Kurdî ne. Li Kurdistanê kevir li ser kevir nemîne jî em ê destûrê nedin ku çanda Kurdî were jibîrkirin.”
Piştî axaftinan, rêveberiya meclisê ya ji 7 kesan pêk tê hat diyarkirin. Tê payin ku rêveberiya hatiye hilbijartin di rojên pêş de li hev bicive û hevberdevkên xwe zelal bike.