Amed – Hevberdevkê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kaganarslan ku meşa ciwanan a ji Amedê ber bi Amarayê ve nirxand, wiha got: “Ji bo banga rêzdar Abdullah Ocalan belav bikin meşiyan. Armanca me ya sereke azadiya wî ya fizîkî ye.”
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 1ê Nîsanê de bi dirûşma “Em bi civaka demokratîk re ber bi azadiyê ve dimeşin” ji Qada Şêx Seîd a Amedê ber bi Amarayê ve meşek li dar xistin. Ciwanên ku bi dirûşm û stranên xwe di tevahiya meşê de bi coş bûn bi rêzê di navçeyên Sêwreg, Hîlwan, Pirsûs û Xelfetiyê re meşiyan Ciwan li her cihê çûnê bi awayekî bi coş hatin pêşwazîkirin. Ciwanan li bajarên tê re derbas bûn serdana gorên cangoriyên azadî û demokrasiyê jî kirin. Ciwanan meşa xwe ya ku weke “Meşa Azadiyê” bi nav dikirin di 4ê Nîsanê de li gundê Amarayê yê Xelfetiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê dayik bûye bi dawî kirin.
Hevberdevkê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kaganarslan derbarê armanc, naverok û encama meşa ciwanan û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ciwanan re şandibû de ji ajansa me re axivî.
‘Ji bo peyameke sembolik bidin ev qad hilbijart’
Rêzan Kaganarslan, armanca destpêkirina meşa xwe ya ji Qada Şêx Seîd a Amedê wiha vegot: “Qada Şêx Seîd hem ji bo Amedê hem jî ji bo Kurdistanê qadeke dîrokî ye. Şêx Seîd di dîroka Kurdistanê de cihekî girîng digire. Serhildana Şêx Seîd a piştî avakirina Komara Tirkiyeyê serhildaneke kurdan e. Me ji ber çi ji qada Şêx Seîd dest bi meşê kir? Xwestin wê qadê bikin qada înkarkirina kurdan, wê roja me dest bi meşê kir, me xwest em dîrokê jinûve binivîsin. Li dijî hemû êrişên li ser kurdan, tunehesibandina kurdan me li Qada Şêx Seîd meşa xwe da destpêkirin. Me ji bo peyameke sembolîk bidin ev qad hilbijart.”
‘Armanca me ya sereke ew bu ku hemû gelê me bangê bibîhize’
Rêzan Kaganarslan, destnîşan kir ku bi armanca banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihînin hemû civakê meş dane destpêkirin û wiha berdewam kir: “Armanca me ya sereke ew bû ku bi taybetî ciwan hemû gelê me vê bangê bibîhize, nîqaş bike. Li Amed, Sêwreg, Hîlwan, Pirsûs, Xelfetî û Amarayê me ev bang da nîqaşkirin, me xwe gihand gel. Mebesta me ew bû ku ciwan û gel xwe yek parçeyê vê peyamê bibînin. Ciwanan weke hawariyên vê bangê meşiyan bi malbatan û gel re ketin têkiliyê. Dema bi şev çûn malên malbatan li ser vê bangê axivîn. Di heman demê de dema em dimeşiyan bi hevalan re li ser girîngiya bangê em diaxivîn ku weke ciwanan dikarin çi bikin rola me çi ye. Me armanc kir ku vê bangê di nava civakê de belav bikin.”
‘150 ciwan tev li meşê bûn’
Rêzan Kaganarslan, da zanîn ku 150 ciwan tev li meşa ciwanan bûn û ev tişt gotin: “Dema me meş da destpêkirin me xwest ji hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ciwan tev li bin. Ji ber ku banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re hatibû kirin. Ji ber wê me peyam ji hemû Meclisên xwe yên bajaran re şand û got ‘em dixwazin meşeke wiha amade bikin’. Ji Stenbolê, Îzmîrê, Enqereyê, Eskîşehîrê, Wanê, Mêrdînê, Êlihê, Rihayê, Amedê û Colemêrgê hevalên me hatin beşdarî meşa bûn. Bi taybetî hevalên me yên Êlih, Amed, Riha û Wanê girîngiya xwe dan meşê. Bi giştî 150 ciwan beşdarî vê meşê bûn. Me weke peyamekê ev hejmar diyar kir. Rêzdar Abdullah Ocalan dikeve 76 saliya xwe. Me xwest bikin du qatî temenê wî. Bi vî awayî peyameke sembolik bû. Ne tene ji Meclisên Ciwanan a DEM Partiyê ji pêkhateyên din jî ciwan hebûn. Me xwest di meşê de pirrengiya Kurdistan û Tirkiyeyê nişan bidin.”
‘Coşa ciwanan a di meşê de pir zêde bû’
Rêzan Kaganarslan, bi lêv kir ku coşa ciwanan a di meşê de pir zêde bû û wiha berdewam kir: “Hevalên me dixwest em çar rojan qet nesekinin û bênavber bimeşin. Heta digotin em bi şev jî qet nesekinin û bimeşin. Lê me xwest li cem malbatan bisekinin ku behsa bangê bikin. Hevalên me yên enternasyonalîst jî beşdarî vê meşê bûn. Hevalên me hatin beşdarî Newroza Amedê bûn pişt re em bi hev re li Kurdistanê çend bajaran geriyan. Ew jî ji ruhê Newrozê yê li Kurdistanê re bandor bûn. Gotin em dixwazin beşdarî meşê jî bibin. Hevalên me ji Almanya, Fransa û Îtalyayê beşdar bûn. Me ji her derê welat ciwan anîn cem hev. Ji Amedê girseyeke zêde em bi rê kirin. Dayik, jin û ciwan û kesên nekarîn beşdarî meşê bibin em bi rê kirin. Pişt re em derbasî Sêwregê bûn. Sêwreg ji bo dîroka tevgera me cihekî pir girîng e. Dema em ketin Sêwregê, hevalên li wir gotin ‘piştî demeke dirêj gelê Sêwregê ewqas bi kelecan e û ciwanan pêşwazî dike’. Ev yek me li hemû bajaran dît.”
‘Şerê taybet ê dixwest bîrê bide jibîrkirin têk çû’
Rêzan Kaganarslan qedexe û astengiyên ji bo pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên piştî sala 2015an bi bîr xistin û got: “Pişt re dewletê êrişên xwe yên li ser ciwanan gelek zêde kir. Civak jî vê dizane. Dema 150 ciwan diketin bajarekî bi hesret û kelecaneke mezin dihatin pêşwazîkirin. Bi taybet jî dayikan ciwan weke zarokên xwe didîtin û bi hestiyarî hevalên me hembêz dikirin. Li Hîlwan û Pirsûsê jî wisa bû. Her wiha me 33 hevalên xwe yên şehîd bi bîr anîn. Gelek kes hatin bibîranînê em bi vê yekê hestiyar bûn. Hevalên ciwan ji vê yekê hem hêz girtin hem jî giraniya xwe dîtin. Di her deverê em tê re derbas bûn re ji bo me wateyeke wê hebû. Ji ber vê yekê şerê taybet ê dixwest vê bîrê bide ji bîr kirin têk çû. Gel jî bi hêviyeke mezin em pêşwazî kirin. Em ji bi berpirsyartî tevgeriyan. Heke civak bi hesreta ciwanan be divê ciwan zêdetir bibin bersivê civakê.”
‘Aktorê sereke rêzdar Abdullah Ocalan bi xwe ye’
Rêzan Kaganarslan qala dirûşmên ciwanan berzkirin, stranên wan gotin û pankartên wan rakirin kir û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Peyamên ciwanan her tim zelal in. Di serî de dibêjin heke aştiyeke birûmet hebe aktorê sereke rêzdar Abdullah Ocalan bi xwe ye. Hemû pankart û dirûşmên me li ser vê yekê bûn. Em dizanin ev pergala tecrîdê dixwest 43 mehan dengê rêzdar Abdullah Ocalan qût bike û civak wî ji bîr bike. Me jî xwest nişan bidin ku aktorê vê pêvajoyê yê herî mezin rêzdar Abdullah Ocalan e. Me got heke aştiyeke birûmet û civakeke demokratîk hebe, aktorê sereke rêzdar Abdullah Ocalan e. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve divê derfetên wî yên ku azad bijî û bixebite hebe ku ev pêvajo bi ser bikeve.”
‘Meş ji bo kampanyaya rêxistinkirinê destpêkek bû’
Rêzan Kaganarslan, bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji ciwanan re şandibû û di Mihrîcana 4ê Nîsanê de hate xwendin û wiha domand: “Dema em gihiştin qada mihrîcanê girseyeke pir mezin hebû ku me nekarî bimeşin. Girse bi kelecan li benda me bû. Di heman demê de kelecana peyamê jî bû. Peyam hate xwendin di peyamê de tişta herî balkêş ku binê wê hatibû xêzkirin rêxistinbûyîn û rêxistinkirin bû. Rêzdar Ocalan dema di parêznameyên xwe de behsa zarokatiya xwe dike dibêje ‘min her tim hevalên xwe bi rêxistin dikirin li dora min kom dibûn’ ez her tim bi wan re tevdigeriyam. Dibê ciwan divê di têkiliyên xwe yên di nava jiyanê, malbatê û hevalên xwe de li gorî tevgera azadiyê tevbigerin. Ji bo me armanca yekemîn firehkirin û rêxistinkirina Meclisa me û hemû civakê ye. Ji bo civakeke demokratîk divê civak were birêxistinkirin. Heke civak bi rêxistin nebe nikare hêza xwe nîşan bide nikare li hemberî desthilatdaran bisekine. Heke werin cemhev dikarin bibin hêzek. Ji ber wê em ê xebatên xwe yên rêxistinkirinê zêde bikin. Bi taybetî jî 150 hevalên me yên beşdarî vê meşê bûn, em her roj bi wan re eleqedar dibûn û bi wan re diaxivîn. Hevalên nû hatibûn zêdetir ji meşê bandor bûn. Ev 150 heval weke nûnerên vê meşe di biçin li her derê xebatên rêxistinkirinê bikin. 150 wê bibe sê sed, sê sed bibe şeş sed, şeş sed bibe hezar û bîst û em ê bi vî awayî xwe zêdetir bikin. Ev meş ji bo kampanyaya rêxistinkirinê destpêkek bû.”
‘Çûyîna Amarayê ji bo me şansek bû’
Rêzan Kaganarslan, da zanîn ku piştî sala 2015an cara ewil gelê kurd li Amarayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Em dizanin ku dewleta Tirk tu caran nedixwest ev pîrozbahî li Amarayê were kirin. Di sala 2009an de êriş kirin du hevalên me li wir şehîd ketin. Her tim dixwestin wê rêyê qût bikin û nedixwest ciwan, gel herin li wê derê pîrozbahiyê bikin. Em bi hejmareke kêm ketin Amarayê. Me dixwest em bi hemû hevalên xwe ve bikevin qadê lê em 70 kes çûn Amarayê. Dema em ketin gund me dît ku dewletê hezeke mezin li wî gundî bi cih kiribû. Ez jî cara ewil ketim Amarayê. Dema em li baxçeyê rûniştin fikirîm ku Serok jî di nava vî baxçeyî de rûdinişt, difikiriya, rewşa Kurdistanê difikiriya digot ‘divê ez tiştekî bikim’ Bi wê kesayeta xwe ya îro azadiyê diafirîne li vir hilberand. Dema me li wê malê li wê axê dinêrî hesteke pir cuda hebû ku me nekarî penase bikin. Hem ji bo me şansek bû ji ber me karî biçin wê derê.
Ji bo ku ew xeyal bi cih were em ê xebatên xwe bidomînin
Me li wir panelek jî çêkir, hevalan behsa bîranînên xwe yên bi Serokatî re kirin. Me ew guhdar kirin. Her çiqas me parazname xwendibin jî weke ku tu wî hîs bikî û pê re bijî hîs dikî. Weke ku li kêleka te be hûn bi hev re bin, di nava wî baxçeyî de be, we guhdar bike bû. Wêneyên wî di nava malê de hatibûn daliqandin weke ku li me dinêrî, her wiha posterê wî hatibû daliqandin weke ku di nava me de bû. Me di wê kêliyê de fêm kir ku azadî ne tenê azadiyeke fizîkî ye. Rêzdar Ocalan bi xwe li wir nebû lê me bi hemû hestan dizanî ku ew bi mere di wê hewşê de bû. Hêj jî di bin bandora wan hestan de ne. Her wiha leşkeran nedihêla kesên ji gund beşdarî nava me bin. Me li wê derê tişteke din jî dît. Çawa ku em dibêjin ‘çavkanî li ku derê be, em ê bi dîtina wê çavkaniyê bi ser bikevin’ Desthilatdar jî di ferqa vê de ne. Dixwazin vê tiştê ji cihê dest pê bike biqedînin. Naxwazin cihê destpêkê tu caran were bibîranîn, fêm kirin. Naxwazin bê fêmkirin ku ew kesayet çawa hatiye hilberandin. Ji ber vê yekê em ê zêdetir xwedî lê derkevin. Em ê hewl bidin her sal biçin wê derê, li ser wê derê nîqaş bikin biaxivin. Ji ber ku di hevdîtinên di salên 2013 û 2015an de rêzdar Abdullah Ocalan bi xwe jî dibêje ‘Dema ez ji girtîgehê derkevim, ez ê biçim Rihayê li gundekê ez ê bi ciwanan re li ser felsefeyê, civaknasiyê biaxivim bi wan re nîqaş bikim’. Parçeyekî wê xeyalê ji bo me bi cih hat. Heke rêzdar Abdullah Ocalan jî beşdarî wê nîqaşê bibe wê ev xeyal bi cih were. Ew xeyal bi awayekî nîvco be jî li Amarayê pêk hat. Ji bo ku ew xeyal bi cih were em ê xebatên xwe bidomînin.”
Rêzan Kaganarslan, destnîşan kir ku meşa wan gihişte armanca xwe û got: “Mebesta me ew bû ku em kelecanekê têxin nava civakê. Em ji ku derbas bûn, civakê dît ku heke ciwan li pişt banga rêzdar Abdullah Ocalan bin dê bi ser bikevin. Me ev hêvî da gel. Em gihiştin armanca xwe. Îro civak zêdetir behsa vê bangawaziyê dike. Armanca me ya mezin ew e ku hêviyê bidin vî gelî.”
‘Em ê li her bajarî civînan li dar bixin’
Rêzan Kaganarslan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema vê pêvajoyê dest pê kir, me ferq kir ku li qada siyaseta demokratîk dê derfetên mezin bên avakirin. Ji ber wê jî me xebatên xwe yên rêxistinbûyînê di serê meha Adarê de dabûn destpêkirin. Li hemû bajarên ku Meclisa me ya ciwanan lê heye, em ê hevalên xwe yên di lijneyên rêveberiyê de yek bi yek ziyaret bikin. Em li her bajarî civînan li dar bixin ku em dikarin çawa modelên rêxistinbûyînê pêş bixin em ê van nîqaş bikin. Bi taybet jî em ê bifikirin ku ciwanek dê çawa bikare di nava vê pêvajoyê de cih bigire, ciwan çi dixwazin. Weke DEM Partî me bi sedan cihan civînên giştî li dar xistibûn. Em ê ji niha şunde weke Meclisa Ciwanan bi hevalên ciwan re civînan li dar bixin. Em ê fikrên wan bigirin, li ser rêxistinbûyînê nîqaş bikin. Dibe ku li gorî civaknasiya ciwanên niha pêdiviya me bi modelên nû yên birêxistinkirinê hebe. Em ê li dijî şerê taybet jî xebatên xwe bidomînin. Armanc û xebatên me yên sereke azadiya fizîkî ya rêzdar Ocalan e.”