• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Selîm Temo: Ma zê seserr naye ra ver nêzdî mebim

    Ji ber nexweşiya dil Selîm Temo rakirin nexweşxaneyê

    Listika li dijî xaka Kurdistanê: Dixwazin Gulale ji Xaneqînê veqetînin

    Listika li dijî xaka Kurdistanê: Dixwazin Gulale ji Xaneqînê veqetînin

    Meclîsa Ziman a Zazakî: Windabûna Zazakî windabûna hezarê salan e

    Meclîsa Ziman a Zazakî: Windabûna Zazakî windabûna hezarê salan e

    50 kes li Xezayê hatin kuştin

    Li Xezayê di 15 mehan zêdetirî 75 hezar kes mirin

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Li dijî civaka Êzidî planên xeter hene

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Li dijî civaka Êzidî planên xeter hene

    Ji bo zimanê Kurdî gaveke girîng: Li Colemêrgê ZIMAN-DER vedibe

    Ji bo zimanê Kurdî gaveke girîng: Li Colemêrgê ZIMAN-DER vedibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Selîm Temo: Ma zê seserr naye ra ver nêzdî mebim

    Ji ber nexweşiya dil Selîm Temo rakirin nexweşxaneyê

    Listika li dijî xaka Kurdistanê: Dixwazin Gulale ji Xaneqînê veqetînin

    Listika li dijî xaka Kurdistanê: Dixwazin Gulale ji Xaneqînê veqetînin

    Meclîsa Ziman a Zazakî: Windabûna Zazakî windabûna hezarê salan e

    Meclîsa Ziman a Zazakî: Windabûna Zazakî windabûna hezarê salan e

    50 kes li Xezayê hatin kuştin

    Li Xezayê di 15 mehan zêdetirî 75 hezar kes mirin

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Li dijî civaka Êzidî planên xeter hene

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Li dijî civaka Êzidî planên xeter hene

    Ji bo zimanê Kurdî gaveke girîng: Li Colemêrgê ZIMAN-DER vedibe

    Ji bo zimanê Kurdî gaveke girîng: Li Colemêrgê ZIMAN-DER vedibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meclîsa Jinan a DBPê: 8ê Adarê ji bo jinan sedema têkoşînê ye

Mûş / AW

20 SIBAT 2026 - 13:12
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Meclîsa Jinan a DBPê deklerasyona 8ê Adarê eşkere kir û da zanîn ku 8ê Adarê ji bo jinan sedema têkoşînê û îlankirina îradeya wan ya avakirina jiyana nû ye.

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, deklarasyona 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşmeya “Bi jina azad re ber bi civakeke demokratîk ve” eşkere kir. Endamên Meclîsa Jinan û aktîvîstên TJAyê tev li deklerasyonê ku li avahiya DBPê ya Mûşê hat eşkerekirin, bûn.

Metna ku bi zaraveya Kurmancî hatibû amadekirin, ji hêla berdevka Meclîsa Jinan a DBPê Bêrîvan Bahçecî ve hat xwendin.

Berîvan Bahçeçiyê destnîşan kir ku Meclîsa Jinan a DBPê 8ê Adarê weke rojeke dîrokî ya bîranînê nabînin û got: “Ev roj di heman demê de ked û berdilên hezar salan ên jinan, mîrasa berxwedana pêşengên me jinan, asta rêxistinbûyîna me, herî taybet jî; îdaya me ya paradîgmaya civaka demokratîk, jiyana ekolojîk û jina azad radixe li ber çavan. Bi van taybetiyên xwe em 8’ê Adarê digrin dest pêşwazî dikin. Bi vê mebestê, hemû jinann ku jiyana xwe ji dest dane, em bi rêzdarî û hesret bi bîr tinin û em ê tim xwedî li mîrateya ku wan li dû xwe hişt, derbikevin.”

‘Her roj bi sedan jin bi destê zilaman tên qetilkirin’

Bêrîvan Bahçeçî wiha berdewam kir:

“Êrişên ku di sedala 21’mîn de li dijî jinan pêk tên ne asayî ne, wek encamên pergala serdest a zilaman, bi rêxistinkirî pêk tên. Di her serdemên ku polîtîkayên şer kûr dibin, nijadperestî pêş dikeve, xizantî zêde dibe, herî pêş keda jinan, laş û îradeya jinan hedef tên girtin. Qetilkirina jinan, cînayetên bigumanbar, polîtîkayên bêcezahiştinê û mekanizmaya parastina kirayaran nîşan dide ku, jiyana jinan çawa bi rêk û pêk bê wate tê hiştin. Li gorî raporên fermî û yên xweser; her roj bi sedan jin bi destên zilaman tên qetilkirin, her roj di bin navê ‘’biguman’’ de cînayetên jinan pêk tên. Ev tablo, ne tesadüf e, yek ji encamên polîtîkayên bijarte ne.

Hewl didin jinan dorpêç bikin

Hewl didin jinan li malan, li kargehan li kolanan, li kampus û her deverên jiyanê bi pergaleke ku kedê nabîne, xebateke bêewle rewa dîbîne, aboriya xweser red dike û tundiyê bi her aliyê ve pêş dixe, dorpêç bikin. Armanc ew e ku; neheqiyê mayînde bikin, jinan ji qadên jiyanê û siyasî dûr bixin û civakeke ku serî ditewîne bixin meriyetê. Em baş dizanin ku; ev rejîma ku hatiye asta qirkirina jinan, di heman demê de civak demokratîk jî hedef digre. Li hember vê yekê, têkoşîna jinan jî ji sînorên herêmê derbastir kir û di asta gerdûnî û dîrokî de dewam dike. Di vî warî de salên dawî wek serdemeke ku jin li qadan, li kolanan, li her deverên jiyanê gotina xwe mezintir kirin, li dijî serdestiya zilaman berxwedana xwe geş kirin, derket pêş.

Êrişên li dijî şoreşa jinan bi piştevaniyeke mezin hat pûçkirin

Şoreşa ku li Rojava bi pêşengtiya jinan derket holê, rastiyek nişan da ku; gelên cîhanê dikarin bi hev re, bi wekhevî û azadî bijîn. Ev tecrubeya ku pêwendiya azadiya jinan û azadiya civakê bi aşkare raxist li ber çavan, rast rast bûye hedefa feraseta şer a serdestiya zilaman. Lê belê, her êrişên ku li dijî şoreşa jinan ya Rojava pêk tên, li her çar perçeyên Kurdistanê, li cîhanê bi berxwedan û piştevaniyeke mezin hatin bersivandin. Wêrektiya jinan a ku sînoran nas nake, xeta berxwedanê afirand. Şoreşa Jinan ya Rojava, modeleke civakî ye ku jiyana wekhev ava dike û wekheviyê diparêze.

Rêxistinî siberojeke azad e

Lêgerîna azadiyê carna li qadan bi dirûşmeyan, carna bi berxwedana dayikan, carna bi honandina kezî û porên jinan biwate dibe û belav dibe. Keziyên jinan di vî warî de nayê wateya şînê, wateya wê ew e ku; wek sembolekî hafizeya civakî zindî digre, berxwedan û rumetê mezintir dike. Lêgerîna yekitiya netewî û perspektîfa civaka demokratîk a ku îro dewam dikin jî, bi vê zanebûnê saz dibin. Em baş dizanin ku; hevkarî hêz e, rêxistinî pêşerojeke azad e. Rastiya Rojava vê rastiyê pir zelal nîşan dide ku, bi pêşengtiya jinan jiyanake azad û wekhev çawa tê avakirin û bi parastinê çawa mezintir dibe. Ji ber vê yekê; di parastina şoreşê de bi qasî avakirina wê, pêşengtiya jinan jî xwedî roleke mezin e. Li ser vê bingehê, em ê parastina Şoreşa Jinan ya Rojava û pêşxistina destkeftiyên şoreşê bidomînin. Li derdora vê armancê em ê her tim bi biryardarî bisekinin.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Lêgerîna jiyana demokratîk û wekheviyê ya ku bi pêşengtiya jinan li Rojhilata Navîn pêk tê, car din nîşan da ku; heya ku jin nebin, aştî û demokrasî ne mumkun e. Li hember feraset û polîtîkayên di navbera gelan de dijmintiyê armanc dike, bi banga ‘’Aştî û Civaka Demokratîk’’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de ragihand, pêvajoyeke nû destpêkir. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo gelan û jinan bingeheke siyasî ya nû avakir. Pêşxistina vê pêvajoyê jî, bi yekitiya netewî ya jinan û bi rêxistina jinan mumkun e. Wek Meclîsa Jinan a DBPê em civakbûyîna aştiyê li ser bingeha azadiya jinan digrin dest. Lewre, aştî ne tenê bidengkirina çekan e. Aştî, parastina mafê jinan, biewlekirina jiyana jinan û pêşxistina hemwelatiya wekhev û azad e. Her wiha aştî, ji siyaseta demokratîk re derî vekirin e. Ji ber vê yekê, ji bo pêvajo bi serkeftin bi encam bibe, ji bo Birêz Abdullah Ocalan azad bibe û ji bo civaka demokratîk bi gavên şênber ava bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Divê feraseta serdest a zilam xwe veguherîne

Hafizeya jiyana komunal a ku li ser xaka bereket a li erdnîgariya Mezopotamyayê bi hezar sal in kêlî bi kêlî şîn bûye, îro di berxwedana jinan de car din jîn dide. Bi hêza ku em ji berxwedana Zagrosan, ji mîrasa çanda xwedawenda dayik digrin; em jiyana ku koletiyê ji me re rewa dibîne red dikin. Di çarçoveya Bîrdoziya Rizgariya Jinan de em xweparastina cewherî pêş dixin, li dijî her êrişên ku li dijî jinan û xwezayê pêk tên, têkoşînê esas digrin. Em bi bawer in ku; azadiya ku di şexsê jinan de pêk bê, wê bi xwe re civakê jî azad bike û veguherîne. Jiyana azad tê wê wateyê ku; divê feraseta serdest a zilam jî di xwe de veguhertineke dîrokî pêk bîne. Jiyaneke azad û wekhev, encax bi pergaleke civakî ya ku zilam û jin bi hev re bihonînin, mumkun e.

8ê Adarê ji bo me sedema têkoşînê ye

Yekitiya Netewî ya Jinan meseleya herî stratejîk a vê serdemê ye. Ji nasname, bawerî, çand û gelên cur be cur yekitiya jinan a ku pêk bê; li dijî polîtîkayên dagirkerî û şer bersiva herî bi hêz e. Li der dora perspektîfa Konfederalîzma Jinan a Demokratîk, em li hember êrişên herêmî û kurewî, bi berpirsyariya avakirina jiyana hevpar tevdigerin. Di vê 8ê Adarê de jî em car din îlan dikin; berxwedana me çiqas mezin bibe, azadî jî wê ewqas belav bibe. Azadî çiqas belav bibe wê avakirina civaka demokratîk jî ewqas zûtir be. 8ê Adarê ji bo me jinan sedema têkoşînê ye; îlankirina îradeya me ya avakirina jiyana nû ye. Di serî de jinann Kurdistan û Rojhilata Navîn em bang li tevî jinann cîhanê dikin ku; werin em têkoşîna hevpar, berxwedana û pitevaniya xwe, her wiha rêxistinbûyina xwe û piş bixin, mezintir bikin. Bi hêza rêxistinkirî ya jinan ve em ê teqez pêşerojeke wekhev, azad û demokratîk ava bikin. Em bi hêvî û têkoşînê roja 8ê Adarê ya tevahiya jinan silav dikin.”

 

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a CîhanêHevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun UçarMeclisa Jinan a DBPê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun: Têkoşîna jinên Kurd bandorê li hemû cîhanê dike

Çîgdem Kiliçgun: Têkoşîna jinên Kurd bandorê li hemû cîhanê dike

20 SIBAT 2026
Bernameya TJAyê ya 8ê Adarê eşker bû: Wê li Bakurê Kurdistanê 6 mitîng bên lidarxistin

Bernameya TJAyê ya 8ê Adarê eşker bû: Wê li Bakurê Kurdistanê 6 mitîng bên lidarxistin

20 SIBAT 2026
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê ji bo azadiya Ocalan li dora hêvî û aştiyê kom bibin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê ji bo azadiya Ocalan li dora hêvî û aştiyê kom bibin

18 SIBAT 2026
Aktivîstên TJAyê: Em ê ji bo azadiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin

Aktivîstên TJAyê: Em ê ji bo azadiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin

18 SIBAT 2026
Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

TJA deklarasyona 8ê Adarê eşkere kir

17 SIBAT 2026
Jin li Wanê bi mijara 8ê Adarê civiyan

Jin li Wanê bi mijara 8ê Adarê civiyan

11 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parlamenterên DEM Partiyê bi Kirmanckî pêşniyazname dan Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermend: Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê em malên xwe bikin dibistanên Kurdî’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo zimanê Kurdî gaveke girîng: Li Colemêrgê ZIMAN-DER vedibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku Kurdî nebe zimanê perwerdeyê êş û têkoşîna me wê bi dawî nebe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Civîroglû: Tevlibûna Kurdan a Konferansa Munîhê encama civîna Kongreya Amerîkayê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwerêveberiya Civakî an Reforma Îdarî?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amîne Aktaş a ku bi Kurdî nedizanî niha çîrokbêj e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em ji bo zimanê xwe bimeşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (747)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne