• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

    Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

    Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

    Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

    Nextgen Kurdî li ser hişbirê forûmek li dar xist

    Nextgen Kurdî li ser hişbirê forûmek li dar xist

    Jinên li Hezexê bi meşaleyan Newroz pîroz kir

    Jinên li Hezexê bi meşaleyan Newroz pîroz kir

    34 namzetên Kurd li Fransayê hatin hilbijartin

    34 namzetên Kurd li Fransayê hatin hilbijartin

    Li dijî baregeha Koalîsyonê ya li Xerab El Cîr êrişa bi dronan

    Li dijî baregeha Koalîsyonê ya li Xerab El Cîr êrişa bi dronan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

    Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

    Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

    Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

    Nextgen Kurdî li ser hişbirê forûmek li dar xist

    Nextgen Kurdî li ser hişbirê forûmek li dar xist

    Jinên li Hezexê bi meşaleyan Newroz pîroz kir

    Jinên li Hezexê bi meşaleyan Newroz pîroz kir

    34 namzetên Kurd li Fransayê hatin hilbijartin

    34 namzetên Kurd li Fransayê hatin hilbijartin

    Li dijî baregeha Koalîsyonê ya li Xerab El Cîr êrişa bi dronan

    Li dijî baregeha Koalîsyonê ya li Xerab El Cîr êrişa bi dronan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meclisa Jinan a DBPê: Banga birêz Ocalan perspektîfa çareseriyê ye

Amed / AW

24 TÎRMEH 2025 - 11:48
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Berdevka Meclisa Jinan a DBPê Bêrîvan Bahçecî destnîşan kir ku ji bo aştiyekê mayinde banga “Aştî û Civaka Demokratîk” gelek giring e û got: “Ji bo paradîgmaya Birêz Ocalan a jina azad, jiyana ekolojîk û demokratîk bikeve meriyete em ê bi berpirsyariyeke dîrokî tevbigerin.”

 

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî têkildarî geşedanên di rojevê de li avahiya Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBPê ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.

‘Birêz Ocalan, di vê pêvajoya krîtîk de rêya çareseriyê pêşkeş dike’

Berîvan Bahçecî diyar kir ku pêvajoyeyeke ku wê bandor li pêşeroja gelên Rojhilata Navîn û jinan bike tê jiyîn û wiha axivî: “Aştiya bi rûmet a ku bi salane gelê me bi hesreteke mezin li benda wê ye, êdî ne dûrî me ye. Bi hêvî, bawerî û biryardariyeke mezin em ber bi avakirina civaka demokratîk ve dimeşin. Pêşengê kevneşopiya têkoşîna me Birêz Ocalan, di vê pêvajoya qrîtîk de rêya çareseriyê pêşkeş dike. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de anî ziman, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevî gelên bindest, jin û baweriyên Rojhilata Navîn re wek perspektîfeke radîkal rêyên çareseriyê nîşan dide. Piştî vê bangê, biryara xwe fesixkirinê û çek danînê ya ku PKKê di 6-7’ê Gulanê de da, banga ku piştî tecrîda 26 salan Birêz Ocalan bi vîdeoyekî di 9ê Tîrmehê de anî ziman û gava ku PKKê di 11’ê Tîrmehê de li Herêma Federe ya Kurdistanê bi îmhakirina çekên xwe avêt, nîşan didin ku Tevgera Azadiya Kurd têkoşîna xwe ya 52 salan derxistiye qonaxeke nû.”

‘Tu hêz êdî nikarin vê rastiyê înkar bikin’

Berîvan Bahçecî destnîşan kir ku yek ji taybetiyên herî mezin a vê pêvajoyê jî ew e ku; pêşengiya îmhakirina çekan ji aliyê jinan ve hat kirin û wiha bi lev kir: “Ev yek nîşan dide ku, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li gel çekdarî, di warê civakî û bîrdoziyê de jî veguhestineke nû armanc dike. Pêşengtiya jinan jî nîşan dide ku paradîgmaya tevgera azadiya Kurd li ser azadî û nirxên civakî hatiye saz kirin. Ji ber vê yekê jî, pêşengên avakirina aştî û civaka demokratîk jin bi xwe ne! Tu hêz êdî nikarin vê rastiyê înkar bikin. Weke Meclisa Jinan a DBPê em di ferqa vê berpirsyartiya dîrokî de ne. Ji ber sazkirin û civakbûyîna aştiyê û ji bo avakirina jiyana demokratîk em li her qadên jiyanê têkoşîna xwe mezin dikin.”

‘Aştî bi siyaseta înkar û zextan pêk nayê’

Berîvan Bahçecî anî ziman ku heke desthilatdariya siyasî xwedî îdiaya sazkirina aştiyê be, divê dev ji polîtîkayên ku çareseriyê asteng dike û civakê dixapîne berde, divê îradeya gelan esas bike û ev tişt anî ziman: “Aştî bi siyaseta înkar û zextan pêk nayê. Aştî, bi gavên demokratîk, bi gavên ku wekhevî û nirxên azadiyê esas digire, bi gavên zagonî mumkun e. Aştiya mayînde bi têkoşîn û îradeya gelan tê bidestxistin. Ev heqîqet pir zelal e ku; ji bo aştî û civaka demokratîk bikeve meriyete divê azadiya Birêz Ocalan pêk bê. Nexşerêya çareseriyê ya Birêz Ocalan, encax bi dîyalog û muzakereyan wê encam bide. Perspektîfa Birêz Ocalan a ku azadiya jinê, jiyanake demokratîk û sosyalist armanc dike, li hember qeyranên modernîteya kapîtalîst, bi paradîgmaya modernîteya demokratîk rêyên çasreseriyê pêşkeş dike. Pergala ku li Roja bi pêşengiya jinan hat avakirin, pratîka vê paradîgmayayê ye. Şoreşa Rojava ya Jinê ya ku em di 13 saliya wê de silav dikin, jiyana hevpar a gelan, wekhevî, azadî û jiyaneke demokratîk esas digre.”

‘Pergala bêcezahiştinê ya darazê kujeran hêz dike’

Berîvan Bahçecî bi bîr xist ku Îro li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet, nirxên çandî, civakî û exlaqî yên civakê hedef tên girtin û wiha pê de çû: “Bi taybetî, li ser jin û zarokan bi rêyên wekî tacîz, destdirêkî, madeyên hişbir û îstîsmarê êrîşeke mezin heye. Armanca van êrîşan jî dejenerekirina civakê. Pergala bêcezahiştinê ya darazê, polîtîkayên ku jin û zarokan hedef digrin hem destê kujer û bersûcan bi hêz dike û hem jî nîşan dide ku dewlet berpirsyariya xwe çawa bi cih naîne û berovajî dike. Qetilkirinên jinan ê ‘bi gûman’, binpêkirinên mafan ên ku di bin çavan de pêk tên, êrîşên polis û hêzên qaşo ewlehiyê yên dewletê, êrîşên ku li dijî ziman û muzîk û stranbêjin Kurdan pêk tên, yek bi yek mînakên polîtîkayên şerê taybet in. Di vî warî de bûyerên ku herî dawî li Şirnex û Colemêrgê pêk hatin nîşan didin ku şerê taybet çawa bi rêk û pêk di meriyetê de ye û belav dibe.”

‘Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî jiyana azad ava bikin’

Berîvan Bahçecî diyar kir ku parastina banga Aştî û Civaka Demokratîk wê weke peywireke dîrokî di rojeva jinan de be û axaftina xwe wiha dawî kir: “Bi têkoşîn, bi biryardarî û bi rêxistinkirineke mezin em ê xwedî li vê banga dîrokî derbikevin. Em ê bibin pêşengên aştiyê. Li her taxan, li her kolan û gundan em ê têkoşîna xwe mezin bikin, em ê bingeha aştiyê saz bikin. Bi feraseta jina azad, bi ked û îradeya hevpar a gelan em ê ji bo sazkirina lihevkirina civakî bi şev û roj bixebibin. Lewre, em baş dizanin ku; çareserkirina pirsgirêka Kurd a demokratîk û aştiya mayînde ne tenê ji bo gelê Kurd, ji gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn mifteya pêşerojeke azad û demokratîk e. Ji ber vê yekê, ji bo paradîgmaya Birêz Ocalan a jina azad, jiyana ekolojîk û demokratîk bikeve meriyete em ê wek berpirsyariyeke dîrokî tevbigerin. Bi hêvî, bawerî û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ve em ê bi hev re aştiyê saz bikin û jiyana azad ava bikin.”

Etîket: Berîvan BahçecîCivîna ÇapemeniyêDBPMeclisa Jinan a DBPê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Gulten Kişanak: Fermandarê aştî û civaka demokratîk hûn in

2 ADAR 2026
‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê birêz Ocalan demildest azad be’

‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê Birêz Ocalan demildest azad be’

27 SIBAT 2026
Ji partî û saziyan banga 21ê Sibatê: Divê Kurdî bi lezgînî bibe zimanê perwerdehiyê

Ji partî û saziyan banga 21ê Sibatê: Divê Kurdî bi lezgînî bibe zimanê perwerdehiyê

21 SIBAT 2026
Çîgdem Kiliçgun: Têkoşîna jinên Kurd bandorê li hemû cîhanê dike

Çîgdem Kiliçgun: Têkoşîna jinên Kurd bandorê li hemû cîhanê dike

20 SIBAT 2026
Meclîsa Jinan a DBPê: 8ê Adarê ji bo jinan sedema têkoşînê ye

Meclîsa Jinan a DBPê: 8ê Adarê ji bo jinan sedema têkoşînê ye

20 SIBAT 2026
Platforma Tenduristiyê bang kir: Ji bo Kobanê destûrên pêwîst di cih de bidin

Platforma Tenduristiyê bang kir: Ji bo Kobanê destûrên pêwîst di cih de bidin

18 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Em piştgiriyê didin pêngava ‘Projeya Yekîtiya Gelê Kurd’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser sînorê Elbakê bûyerek gumanbar: Welatiyek hat kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên Şirnex û Gimgimê bi coşeke mezin dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Qadên azadî û yekîtiyê’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (932)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne