Meclisa Jinan a Sûriyeyê têkildarî girîngiya geşkirina mafên jinan û bihêzkirina wan a ji bo tevlêbûna çalak a jiyana siyasî û leşkerî, li Şamê paneleke diyalogê li dar xist.
Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi sernavê “Nêrîna jinên Sûriyeyê di destûra Sûriyeyî de”, li Şamê paneleke diyalogê li dar xist. Di panelê de zêdetirî 150 jin beşdar bûn. Di nava 150 kesan de ji tevahî beşên jiyanê; hiqûqnas, kesayetên serbixwe û endamên partiyên siyasî û rewşenbîr amade bûn. Beşdarên panelê girîngî da beşdarbûna jinan a di sazkirina destûra Sûriyeya nû de û gotin: “Pêwîst e hebûna jinan di tevahiya aliyên siyasî û leşkerî de çalak bibe û avakirina partiyan bêyî bidûrxistinê bên geşkirin.” Beşdaran kêşeyên sereke yên li dijî amadekirina destûreke ku her du zayend tê de cih bigirin, nîqaş kirin û xwestin mafên jinan li ber çavan bê girtin.