• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li Tişrîn û Qereqozaq 210 çete kuştin

13 KANÛN 2024 - 15:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê anî ziman ku hemû êrişên komên çete yên girêdayî artêşa Tirk hatine têkbirin. Meclisê da zanîn di şer de 210 çete hatine kuştin, 39 wesayîtên leşkerî û 6 tankên artêşa Tirk hatin rûxandin û 5 balafirên xwekuj jî hatine xistin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, têkildarî têkbirina êrişên çeteyên ên girêdayî Tirkiyeyê li bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê de daxuyanî dan. Meclisê diyar kir ku hêza wan li dijî êrişên komên çete yên dewleta Tirk ên li dijî bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê berxwedaneke lehengane raber kir û wiha got: “Hêzan piştî 3 rojan ji êrişên dijwar, ew êriş têk birin, hişt çete neçar bibin birevin û zirarên mezin gihandin wan. Ruxmî lihevkirina agirbestê ya bi navbeynkariya Amerîkayê pêk hatiye û di demekê de ku girîngiya nîştimanî balê dikişîne ser ketina rejîma Baasê, çeteyên dewleta Tirka dagirker bi dehan caran û bi çekên giran û bi piştevaniya hewayî ya bi zêdetirî 20 balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê yên ji cureya Akinci êrişî pira Qereqozaqê û bendava Tişrînê ya li başûrê rojhilatê Minbicê kir. Di navbera hêzên me û çeteyan de êrişên dijwar derketin.

Dewleta Tirk a dagirker a ku bi hewayî piştgiriyê dide çeteyan, bi balafirên bêmirov bendava Tişrînê bombebaran kir. Di encamê de zirareke mezin gihand bendavê. Her wiha herêmên pevçûnên hêzên me û nuqteyên hêzên me bi zêdetirî 160 caran bi balafirên bêmirov bombebaran kirin. Bi vê yekê dewleta Tirk hewl da berxwedana hêzên me asteng bike, lê şervanên me bi taktîkên şerê nû derbên giran li çeteyan dan, kemîn ji wan re danîn û gelek çete tevî serçeteyan kuştin, tank û alavên wan ên leşkerî rûxandin. Bi rihê însiyatîf û berxwedana dîrokî, şervanên me bi pêşengiya YPJê sîng bi sîng li hember bi dehan çeteyan şer kir.

Di encama berxwedana hêzên me de hewldana kontrolkirina çeteyan ji pira Qereqozaq û bendava Tişrînê re têk çû. Şervanên me planên wan ên qirêjî yên dizîn û talankirina mal û milkên gelê Sûriyeyê têk birin. Bi wê re plana dewleta Tirk a dagirker a kontrolkirina bendavê û bikaranîna wê wek belgeyeke şantajkirinê li dijî gelê me li tevahî herêmên Sûriyeyê têk çû.

Bîlançoya şerê 3 rojan li pira Qereqozaqê û bendava Tişrînê:

Hejmara kuştiyan: 142 çete li bendava Tişrînê, 68 çete li pira Qereqozaqê tevî 13 serçeteyan, bi giştî 210 çete hatin kuştin.

Birîndaran: Bi sedan çete birîndar bûn.

Rûxandina erebeyên leşkerî: 28 erebe li bendava Tişrînê û 11 li pira Qereqozaqê, bi giştî 39 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.

Rûxandina tankên dewleta Tirk: 2 tank li bendava Tişrînê û 4 li pira Qereqozaqê, bi giştî 6 tank hatin rûxandin.

Xistina balafirên xwekuj: 5 balafirên xwekuj hatin xistin.

Rûxandina motorsîklêtan: Li bendava Tişrînê 20 motorsîklêtên çeteyan hatin rûxandin.

Di berxwedana lehengane de ku hêzên me li dijî van êrişan raber kiriye, 8 şervanên me şehîd bûn û 13 şervan jî birîndar bûn.

Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê berxwedan û lehengiya şervanên xwe silav dikin. Em bejna xwe li beramber şehîdên xwe yên ku daxmayek di dîroka berxwedanê de hişt, ditewînin. Em soz didin gelê xwe ku asta berxwedanê mezin bikin ku layiqî berjewendiyên gelê xwe û fedakariyên şehîdên me yên leheng bın.”

Etîket: Çetedewleta TirkMeclisa MeşkerîMinbicQereqozaq.Tirktişrîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

31 ADAR 2026
Karasu: Gerek komîsyon verî Rayber Apoyî de pêvînayîş bikero

Mustafa Karasu: Pêvajoyê girêdayî nêzîkatiya li hember Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd e

27 SIBAT 2026
Asayîşa Başûr 10 çeteyên DAIŞê girtin

Asayîşa Başûr 10 çeteyên DAIŞê girtin

17 SIBAT 2026
11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

16 SIBAT 2026
Dewleta Tirk li Dêrelokê rê çêdike

Dewleta Tirk li Dêrelokê rê çêdike

12 SIBAT 2026
Meclisa Weqfa Olî dorpêça Kobanê şermezar kir

Meclisa Weqfa Olî dorpêça Kobanê şermezar kir

10 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bêrîvan Bahçecî: Heya azadiya fîzîkî pêk neyê pêvajo bi ser nakeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (31)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne