MED-DERê ku semînera pêşdibistanê pêk anî, belge dan kesên tev li atolyeyan bûyîn. Hevseroka MED-DERê Şûkran Yakût diyar kir ku di van atolyeyan de ligel perwerdehiya pedagojiyê mijarên wekî jîneolojî, hiqûq û dîrokê jî girtine dest.
MED-DERê bi minasebeta semînera pêşdibistanê li avahiya Şanoya Bajêr a Amedê ya li navçeya Peyasê ya Amedê bernameyeke belgedayînê li dar xist. Di bernameyê de mamosteyên saziya MED-DERê û gelek kes tevlî bûn. Bernameya belge dayînê bi xaftinan destpê kir û piştî axaftinan helbest hatin xwendin. Paşê jî belgeyên şagirtan hatin dayîn û stran hatin gotin. Bername bi stranan dawî bû.
‘Em dê li ser felsefeya jinolojiyê xebatên xwe bidomînin’

Di bernameyê de Hevseroka MED-DERê Şûkran Yakût axivî û da zanîn ku armanca wan di van atolyeyan de netenê mijara pedagojiyê bûye. Şûkran Yakût derbirî ku mijarên wekî jîneolojî, hiqûq û dîrokê jî girtine dest û wiha axivî: “Wekî ku hûn jî dizanin, mesela perwerdeyê wekî çemekî ye; hêza wê gelekî mezin e. Em dizanin ku pergala serdest perwerdeyê dike sê parçe. Bi taybetî jî perwerde bi felsefe û hişmendiya jîneolojiyê tê avakirin. Zanyariya civaka demokratîk jî xwe ji nû ve ava dike. Ji ber ku em dizanin ku têkoşîna jîneolojiyê ne tenê li kolanan e, di heman demê de li polan, atolyeyan û akademiyan e jî. Heta ku em bi perspektîfa jîneolojîk, bi felsefeya hişmendiya jinê û jiyana azad tevnagerin, wê xebatên me kêm bimînin. Em ê li ser bingeha vê hişmendiyê tevbigerin û xebatên xwe dewam bikin.”
‘Pêşdibistan bingeha herî girîng û herî hesas e’

Mamosteya pêşdibistanê Ebrû Şanli jî bal kişand ser polîtikayên asîlîmasyonê û wiha got: “Di temenê pêşdibistanê de, ango di wan salên herî hesas de, zarokên Kurd gava ku di hawîrdoreke wisa de mezin dibin, hêdî hêdî ji çanda xwe dûr dikevin. Ew fêr dibin ku qaşo zimanê wan kêm e û çanda wan paşvemayî ye. Ev polîtîkayên asîmîlasyonê bi sedan salan e berdewam dikin. Lê em wekî mamoste û xwendekarên beşa mamostetiya pêşdibistanê, vê rastiyê baş dizanin ku pêşdibistan bingeha herî girîng û herî hesas e. Heke em di van salan de bi Kurdî, bi lîstikên Kurdî, bi çîrok û folklora Kurdî û bi stranên dilê gelê me hîndekariyê bikin, em ê zarokên xwe ji asîmîlasyonê biparêzin. Em ê wan hîn bikin ku nasnameya wan ne tiştekî ku divê jê şerm bikin e, lê belê çavkaniya serbilindiyê ye.”
Piştî axaftinan belgeyên xwendekaran hatin dayîn û bername bi stranan bi dawî bû.












